Mexmûr 118 roj in di bin dorpêçê de ye 2019-11-11 13:05:05 MEXMÛR - Wargeha penaberan a Mexmûrê 118 roj in di bin dorpêçê de ye. Dorpêça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn, 118 rojin didome.  Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr), ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve piştî li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin, di bin dorpêçê de ye. Dorpêça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve hatiye danîn, di roja 118’an de didome. Waliyê Hewlêrê Firset Sofî di 18’ê cotmehê de li ser pirsek rojnamevanan a derbarê mijarê de, îdîa kiribû ku dorpêç nîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî alîkariya wargehê dike. Waliyê Hewlêrê wiha dibêje, lê zanyarî û daneyên ku rayedarên wargeha Mexmûrê dane, gotinên wî vala derdixînin.