Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê 4 rojin di bin çavan de ne 2019-11-11 12:11:59   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Meclîsa Ciwanên HDP'ê de heta niha 36 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin. Endamên Meclisa Ciwanan  a HDP'ê 4 rojin di bin çavan de tên girtin.  Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Meclîsa Ciwanên HDP'ê de hêjmara endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yên li Stenbolê hatin binçavkirin derket 36'an. Endamên Meclîsa Ciwanan ên piştî hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polisan a Vatanê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Dema ciwan birin nexweşxaneyê rastî tundiyê hatin li midûriyeta polisan rastî lêgerîna tazî hatine. Ciwanên ku rastî pêkanînên xerab hatin di bin çavan de dest bi greva birçîbunê kirin.  Endamên ciwanan ên rastî tundiyê hatin û dest bi grevê kirin 4 rojin di bin çavan de ne.    Ji ciwanên hatin binçavkirin yek jê zarok 33 ciwan wiha ne: “Muhammet Erkmen, Metin Yilmaz, Merdal Bahadur, Zehra Aslan, Ensarî Taşkaya, Mujdat Uzunyay, Mahsum Çelebi, D. K. (zarok), Lokman Akinci, Velat Ozdemir, Sevin Sarinmak, Ali Kalkan, Zîlan Çiçek, Şevîn Saribulak, Serdar Başaran, Ercan Ozdaş, Livan Orman, Yakup Ozdemir, Nihat Demîr, Alaettin Adanir, Sevîm Akdag, Rezan Şîmşek, Îkram Dogan, Umît Ertugrul, Merve Oztep, Îlyas Dinçer, Nurullah Ozgun, Erkan Çakan, Mazlum Sarikaya, Kadir Kaya, Emrah Ekmekçî, Murat Yaşa, Mîzgin Tekin.”