Gelê Til Rifatê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir 2019-11-11 10:22:13   ŞEHBA - Bi deh hezaran şêniyên Efrînê û yên Til Rifatê, daketin qadan êrişên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.   Bi deh hezaran gelê Efrînî û şêniyên Til Rifatê herikîn Qada Bazarê ya navçeya Til Rifatê. Di destê wan de wêneyên kesên di berxwedana li dijî Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan û birîndaran û şaxên zeytûnê hebûn û pankartên "Efrîn xwîndar e êdî bes e ji binpêkirinên Tirkiyê re û Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye biparêze" vekirin û meşiyan.  Meş ji Qada Bazarê destpê kir. Şênî di nav kolanên sereke de meşiyan û sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê  û Serdemê berz kirin.   Meş li Qada Giştî rawestî, pişptî deqeya rêzgirtin li ser navê Efrîniyên li kantona Şehbayê dimînin Emîne Ehmed û li ser navê xwendekarên Efrînê Fatme Mihemed daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin dewletên komploger li hember her projeyek çareseriyê armanc dike, li hev dikin û Sûriye bûye nêçîra wan dewletan. Di daxuyaniyê de anîn ziman ku ev tişt di komîteya destûrî de dema nûnerên gelên Sûriyê yên rastîn ji wê hatin dûrxistin, isbat bû. Ew dixwazin temenê aloziya Sûriyê dirêj bikin û hêzên tundrew mîna DAIŞ`ê xurt bikin. Di nav daxuyaniyê de hate zelalkirin ku di encama 9 salên aloziya Sûriyê de, nîvê gelê wê şehîd, penaber û koçber bûne û nîvê din jî çaranûsa wan heta vê kêliyê ne diyar e. Di dawiyê daxuyaniyê de hate teqezkirin ku gelê Sûriyê hebûna tu hêzek dagirker li ser axa xwe red dike û banga li yekitiya axa Sûriyê hate kirin.   Piştre bi navê Meclisa Herêma Efrînê Şezye Ibrahîm axivî û teqez kir ku vîna gelên hevgirtî nayê şikandin. Şezye, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsyayê hewl dide Efrînê ji şêniyên wê bide valakirin ji bo ku malbatên çeteyên xwe lê bi cih bike. Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmet û Serdemê bi dawî bû.