Di serdegirtina malê de hat kuştin, di du salan de 3 daneşîn hatin dîtin' 2019-11-11 09:07:30   COLEMÊRG - Di çarçoveya doza derbarê mirina Necmettîn Fendîk ku di 17''ê Tîrmeha 2017'an de  li Geverê di serdegirtina malê de li ber çavê hevjîn û zarokên xwe hat kuştin de di 2 salan de tenê 3 daneşîn hatin dîtin. Hevjîna Fendîk, Kûdret Fendîk diyar kir ku daxwazê wê tenê kêsên ku hevjînê wê kuştine, bêceza neyen hiştin.  Polisan, di 17'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Gever a Colemêrgê, bi ser mala Necmettîn Fendîk de girtibûn û li ber çavên hevjîn û 8 zarokên wî gule li reşandibûn û ew kuştibûn. Li gel ku bi ser bûyerê re 2 sal derbas bûne jî di doza Fendîk de hê tenê 3 daneşîn hatin dîtin. Di dozê de tenê derbarê polisekî de bi sûcdariya "Bi kêmasî bûye sedema mirinê" bi daxwaza ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin, doz hatiye vekirin. Ev polis timik angaşt dike ku di destê Fendîk de çek hebûye. Lê di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve têkildarî bûyerê hatiye amadekirin de tê dîtin ku di destê Fendîk de ne çek û ne jî tiştekî din heye û her wiha agahiya ku di malê de çek hatiye dîtin jî tuneye.    Polisê ku li dadgehê îfade daye xwe wiha parastiye: "Ez mertalvan im. Dê kêliya serdegirtina malê de dema ku me derî şikand ji bo ku tiştekî neyê serê polisên li pişt min, min xwe bi derî ve kir. Dema ku ketim xwarê min di destê kuştî de çek dît. Bi ketinê re çeka min teqiya û lê ket. Mudaxaleya destpêkê me kir. Paşê li nexweşxaneyê mir. Heta niha nêzî 30 hevalên min şehîd bûne. Di hundir bombe, çek çi dibe bila bibe ne girîng e, em dikevin hundir û fermana ku ji me re hatiye dayîk pêk tînin.    Dîsa şeva bûyerê, 40 hezar TL pereyê ku li malê di nav lihêfê de bû hatibû dizîn. Dozgeriyê, ji ber vê yekê çend caran gazî Kûdret Fendîk kiriye û destpêkê 7 hezar, paşê 15 hezar û herî dawî jî 20 hezar TL pere teklîfî Fendîk kiriye.    4'êmîn daneşîna dozê dê di vê mehê de bê dîtin.    'BI HÊVIYA HATINÊ BI SAETAN LI BER PACÊ RADIWESTIM'   Hevjîna Fendîk, Kûdret Fendîn têkildarî hevjînê xwe diyar kir ku bi hevjînê re di nav xîzaniyê de têkoşîna jiyanê dane û wiha got: "Em wisa xîzan bûn ku; me tu miradê xwe bi hev re pêk nanî. Hin caran dema ku pêlava zarokekî me diqetiya, Necmettîn heta sibehê diayan dikir û ji Xwedê dixwest ku li hemberî zarokên xwe şermîn nebe. Bi salan e daxwazek dikim; xwezil me hemûyan bi hev re di malê de bişewtanda û me mirin û laşê wî yê di nav xwîn û xirarê de nedîta. 2 sal in rondik ji çavên min kêm nabin. Êdî çavên min ji rondikan ziwa bûne. Lê hêviyên wisa dikim; her sibehê bi hêviya hatine Necmettîn, bi saetan li ber pacê radiwestim."   Fendîk bal kişand ser pereyê wan ê hatiyê dizîn û pereyê ku dewlet teklîfê wê dikin jî ev tişt got: "40 hezar TL pereyê ku hevjînê min berhev kiribû, di nav lihêfê de bû. Di dema serdegirtinê de vî pereyî biribûn. Me ji bo girtina pere serlêdan kir. Dozgeriyê gazî min kir, destpêkê 7 hezar, paşê 15 hezar û herî dawî jî 20 hezar TL pere teklîfî min kir. Min jê re got ku ez ê vî pereyî qebûl nekim. Heke wan pere nebiribe, çima pere teklîfî min dikin."   'JI BILÎ BERXWEDANÊ RÊYEKE DIN JI BO ME TUNEYE'   Fendîn destnîşan kir ku 2 sal in bi piştgiriya mirovan xwe li jiyanê digirin û herî dawî ev tişt anî ziman: "Lê em ê li ber xwe bidim. Ji bilî berxwedanê rêyeke din ji bo tuneye. Em ê hem li ber xwe bidin û hem jî serê xwe netewînin. Lewre em hêviya ku dê rojekê Necmettîn vegere dijîn."    MA / Adnan Bîlen