Işik: Ji bo yekîtiya neteweya Kurd berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî 2019-11-11 09:00:55 STENBOL – Nivîskar û Rojnameger Fehîm Işik, diyar kir ku her diçe êrîşên li dijî Kurdan zêde dibe û wiha got: "Kurd ji bo rê li pêşiya van êrîşan bigirin Yekîtiya Neteweya Kurd şert e. Ji bo vê yekê erk  û berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî. Hemû kesên dive ez mirovim divê berpirsiyariyê bide ser milê xwe."  Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî Efrînê kir û di 18'ê Adarê de piştî şerê 58 rojan ên bi tang, top û balafiran ketin Efrînê. Niha komên çekdar ên OSO û komên din li bajar bi cih kirine. Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de jî bi hevkariya ANS/MSO û TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir û 34 rojin bi tang, top û balafiran êrîşan berdewam dikin. Tirkiye heta niha li gorî raporan bi sedan welatiyên sivîl di êrîşan de kuştin. Bi sedan welatî birîndar kirin. Li aliyê din qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan dikin û siyasetmedarên kurd her roj tên binçavkirin û girtin. Têkildarî zext û tundiya hikûmetea Tirkiyeyê ya li ser Kurdan rojnameger û nivîskar Fehîm Işik nirxandin kir. Işik, anî ziman ku êdî Yekîtiya Neteweya Kurd şer e û wiha got: "Ji bo yekîtiyê berpirsiyarî dikeve ser milê her Kurdî."    ‘PLANA XWEBERDEWAM DIKIN'   Işik, da zanîn ku Tirkiye bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest planên Navdewleti biguherîne, lê bi vê yekê planên navneteweyî nehatin guhertin û wiha axivî. "Tirkiye bi van êrîşan hewl dide planên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê biguherîne. Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava di 8'ê Cotmeh3e de piştî hevdîtina Trump-Erdogan dest pê kir. Trump piştî vê hevdîtinê biryar da ku hêza xwe ji Sûriye vekişîne. Hemû qada ku Tirkiye êrîş bike vala kir. Rûsya bêdeng li geşedanan temaşe kir. Tirkiye piştî vê yekê li Serêkaniyê û Gre Spî bi tang, top û balafiran bi dijwarî êrîş kirin. Di vê êrîşê de bermahiyên ji DAÎŞ'ê mane komên radîkal ket Rojava. Piştre DYA û Rusya bi Tirkiye re peymana120 û 150 saetan îmze kirin. Trump plana xwe ya li DSG’ê ferz dikir xist meriyetê. Li vir tu hevsengî nehatiye guhertin. Hêj ev plana wan li gorî dixwazin neketiye meriyetê. "   ‘HESABÊ WAN PÊK NEHAT'    Işik, da zanîn ku hêzên destûr dan operasyonê hesabê ku plan dikirin pêk nehat û wiha berdewam kier: "Piştî operasyonê dest pê kir, hem li dijî Trump û hem jî li dijî welatên Ewropa bertek û nerazibûnên gel zêde bûn. Ji car aliyên cîhanê bertek bilind bûn. Hêzên herêmê li gel erîşên dijwar berxwedana xwe berdewam kir. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî di 6'ê mijdarê de daxuyanî da û diyar kir ku wê dijberiya DYA û DAIŞ'e bidome. Diyar kir ku dê qadê vala bikin lê hemû hêza xwe venakişînin. Digot ger li dijî gelê me êrîşek pêk bê em dê gelê xwe biparêzin."     'YÊ PÊVAJOYÊ DIYAR BIKE BERXWEDAN E'   Işik, bal kişand ser yekîtiya neteweya Kurd jî û wiha pêde çû: "Yekem car hestê gelê Kurd ê neteweyî ew qas derdikeve pêş. Yekem car 4 perçe bi hestê neteweyî tev digerin. Gel, li dijî êrîşan bertekên zêde nîşan da. Piştî bertekên gelê Kurd, Tirkiye, Rûsya û DYA li hev kom bûn û dewriyeyên Rûsya li ser axê geriyan. Raste planek heye. Lê li dijî vê planê berxwedan û bertekên zêde heye. Gel xwedî derdikeve. Ev berxwedan dê pêvajoyê diyar bike."   'YEKÎTÎ ŞERT E'    Işik, destnîşan kir ku di vêpêvajoyê de du tişt pir girîng in û wiha lê zêde kir: “Piştî salên 1920’an dema Rojhilata Navîn bi cetvel parve kirin, wê demê Kurd bê hêz bûn. Nûneriya wan tune bû. 100 şûnde dixwazin dîsa ji nuve saz bikin. Lê  vê carê Kurd êdî bi hêz in û nûneriya wan heye. Li Bakurê Iraqê meclîsa wan û federasyona wan heye. Li Rojava pergala wan heye. Li 4 perçeyen Kurdistanê hêza wan a çekdarî ku ji 100 hezarî zêdetir heye. Ya din Kurd ji aliyê hemû gelên cîhanê ve tên hezkirin. Gelê Kurd bi şerê li dijî DAIŞ'ê di dilê hemû gelê Cîhanê de cih girt û hezkirinek mezin heye. Divê kurd vê firsenda dîrokî ji dest bernedin. Disa Rêveberiya Xweser a Rojava ji aliyê çar aliyê cîhanê ve tê qebûlkirin û ji bo vê pergalê daxwazek zêde heye. Ji ber vê yekê divê çar perçeyên Kurd bibin yek û vê meseleyê çareser bikin. Yekîtî êdî şer e û hemû Kurd berpirsiyariyê avakirina Yekîtiya Neteweya Kurd in. Niha Kerkuk, Efrin, Serêkaniyê, Gre Spi û gelek herêmên din di bin dagirkeriyê de ne. Ger ku li dijî van êrîşan û dagirkeriyê bersîvek xurt a yekîtiya neteweyî neyê dayîn, dê rê li pêş dagirkeriyên nû bê vekirin. Dewleta Tirk, ji bo Rojava û Kurdistana Iraqê ji hev qut bike ketiye nava Hewldanek mezin a dagirkeriyê. Ji ber vê yekê Şengalê bombe dike. Ji ber ku dixwazin di ser Musulê re heta Bexdê biçin."    MA / Ferhat Çelik