Ciwanên HDP’î yên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin 2019-11-10 19:04:12   STENBOL - 35 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê yên hatin binçakirin, di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin.    Hêjmara endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yên li Stenbolê hatin binçavkirin derket 35'an. Endamên Meclîsa Ciwanan ên piştî hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polisan a Vatanê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Hat diyar kirin ku dema ciwan birin nexweşxaneyê rastî tundiyê hatin li midûriyeta polisan rastî lêgerîna tazî hatine. Ciwanên ku rastî pêkanînên xerab hatin di bin çavan de dest bi greva birçîbunê kirin.