Di serdema AKP'ê de betalî ji sedî 497 zêde bû 2019-11-10 18:38:47   ENQERE - Cîgira Seroka Giştî ya AKP'ê û parlamentera CHP'ê ya Stenbolê, Gamze Akkuş Îlgezdî, diyar kir ku li gorî qeydên ÎŞKUR'ê di serdema AKP'ê de, hêjmara kesên betal 3 milyon û 509 hezar û 603 kes zêde bûne û ji sedî 497 zêde bûye.    Li Tirkiyeyê kêlî bi kêlî hêjmara betalan zêde dibe. Li gorî raporan bi milyonan welatî betal in. Cîgira Seroka Giştî ya AKP'ê û parlamentera CHP'ê ya Stenbolê, Gamze Akkuş Îlgezdî, diyar kir ku li gorî qeyda rapora ÎŞKUR'ê ya 2018'an, di serdema AKP'ê de, hêjmara kesên betal 3 milyon û 509 hezar û 603 kes zêde bûne û ji sedî 497 zêde bûye. Îlgezdî, da zanîn ku di sala 2003'an de dema nû AKP hat îktîdarê li Tirkiyeyê 587 hezar û 479 karkerên betal hebûn û di serdema AKP'ê de hêjmara karkerên betal ên qeydkirî ji sedî 497 zede bûye. Li gorî raporê ji sedî 82 karkerên betal jin û ciwan in. Îlgezdî, da zanîn ku hêjmara karkerên jin û ciwan ên betal di serdema AKP'ê (2003-2018) de ji sedî 896 zêde bûye. Îlgezdî, destnîşan kir ku ji her 7 deqîqeyan carekê hêjmara karkerekî betal zêde dibe.