Mamoste ji bo mafê xwe daketin qadan 2019-11-10 16:15:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêr, Silêmanî û Germiyan mamostayên bi peyman, ji bo parastina mafê xwe daketin qadan û çalakî li dar xistin.    Li Hewlêr, Silêmanî û Germiyan mamosta û karmendên bi peyman, ji bo werin tayînkirin,  daketin qadan û çalakî lidarxistin. Mamosta û karmendên bi peyman ji bo werin tayînkirin, li ber avahiyên Rêveberiyên Giştî yên Perwerdeyê û qaymeqamtiyê çalakî lidarxistin. Li Hewlêrê mamostayên bi peyam li ber Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê çalakî kirin. Di çalakiyê de daxwaz kirin ku werin tayîn kirin. Li Silêmaniyê jî li ber Rêveberiya Giştî ya Parwerdeya Silêmaniyê jî mamostayên bi peyman ku 6 salin waneyan didin çalakî kirin. Di çalakiyê de mamostaya diyar kirin ku eger hikûmet pirsgirêka wan çareser nekin wê dest bi boykotê bikin.   Li navçeya Kelar a Germiyan jî li ber qaymeqamtiyê mamosta û karmendên bi peyman ji bo ku werin tayîn çalakî kirin.