103 kesên di komkujiya GAR'ê de hatin kuştin di meha 49'an de bibîr anîn 2019-11-10 13:42:03   ENQERE - Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10 Ekim-Der'ê di meha 49’emîn de 103 kesên di komkujiya li GAR'a Enqereyê de hatin kuştin bibîr anîn. Hevseroka Komeleya 10 Ekim- Der'ê Mehtap Sakinci Coşkun, diyar kir ku danişîn dê di 21'ê mijdarê de bê dîtin û têkildarî dozê agahî dan.    Di 10'ê Cotmeha 2015'an de endamên DAIŞ'ê li dijî beşdarên mîtînga Aştî û Demokrasiyê ya Platforma Demokrasiyê ku KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê li GAR'a Enqereyê ls dar xistibû êrîşa xwekujiyê pêk anîbû. Di êrîşê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10 Ekîm Der'ê, di meha 49’emîn de 103 kesên di komkujiya li GAR'a Enqereyê de hatin kuştin bibîr anî. Hevseroka 10 Ekîm- Derê Mehtap Sakinci Coşkun, diyar kir ku her 10'ê mehê tên li vir kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û wiha got: "Ronîkirina komkujiyê deynê stuyê me ye. Em dê heta dawî li qadan bin. Di 21'ê mijdarê de dê danişîna dozê bê dîtin. Bersûcên fîranî hêj nehatine darizandin. Li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê danişîna nêvî maye heye. Ev danişîn di asta ku komkujiyên DAIŞ'ê ronî bikin de ye. Li şûna 16 bersûsên firarî ku rewşa  DAIŞ'ê ronî bikin hêj ev bersûv nehatine darizandin.    ‘EM DÊ 6 MEH ŞÛNDE LI BER BÎRDARIYÊ BIN   Coşkun, anî ziman ku meclîsa Şaredariya Enqereyê biryar da ku ji bo wan bîrdariyekê ava bikin, lê 4 sal derbas bû hêj bîrdarî nehatiye avakirin. Coşkun, da zanîn ku wan wekî KESK DÎSK TTB û TMMOB'ê li gel Komeleya 10 Ekim-Derê peymanek navneteweyî îmze kirine û li gorî vê peymanê dê di nava 6 mehan de ev projeya bîrdariyê amade be û dê li vir li ber bîdariyê kom bibin.