Girtiyê nexweşiya pençeşêrê nayê berdan 2019-11-10 10:44:15   ENQERE – Girtiyê bi nexweşiya pençeşêra kezebê Erdinç Tulay, li gel rapora ATK'ê ku înfaza wî bê taloqkirin jî ji ber ku doza wî li Dadgeha Bilind didome nayê berdan.    Rojên borî piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ‘Ji ber nexweşiya domdar, seqetbûn û mezinbûna nexweşiyê" rapor da ku sûc bê taloqkirin. Li ser vê yekê Serokê AKP’ê Serokomar Tayyip Erdogan biryar da ku 3 girtiyên nexweş serbest bên berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 456 girtî bi nexweşiya giran in. Bi giştî Hezar û 300 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş ê rewşa wî giran Erdînç Tulay ê 63 zalî ku li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê girtî ye. Tulay, bi nexweşiya pençeşêra kezebê ye. Tulay di sala 2016'an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê", “Propaganda rêxistinê kiriye" û “Li ser navê rêxistinê gef xwariye" ji 3 dosyayên cuda doz lê hat vekirin û hat girtin. Tulay, ligel ku ATK'ê rapor daye ku cezayê wî bê taloqkirin jî ji ber ku doza wî li Dadgeha Bilind didome nayê berdan.  ATK’ê di 10'ê Tîrmehê de der barê Tulay de biryar da û xwest cezayê wî bê taloqkirin. Tulay, ji Gulana 2019'an heta niha bi nexweşiya pençeşêra kezebê ye. Tulay berê li Girtîgeha Bedlisê ma û emeliyat bûbû. Tulay, di meha Gulanê de ji bo dermankirina kemoterapiyê sewqî Enqereyê kirin. Li ser rapora ATK'ê Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê di 16'ê Tîrmehê de der barê Tulay de înfaza Salek û 13 meh û 2 sal û 1 meh ceza heta 6 mehan taloq kir.    MAFÊ JIYANÊ BINPÊ DIKIN   Parêzerê Tulay Şenay Karakuş, diyar kir ku piştî biryara ATK'ê 5 daxwaznameyên ku rewşa wî acîl e ji Sertozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilin re şandin. Lê heta niha serdozgeriyê hêj bersîv nedaye 5 daxwaznameyên wî. Karakuş, destnîşan kir ku ji ber daxwaznameyên wan hêj li ber çavan negirtine mafê muwekilê wî yê jiyanê tê binpêkirin û wiha got: "Muwekilê min bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bijî. Bi vî halî nikare li girtîgehê bimîne. Ji ber vê divê teqez bi lez berîvê bidin daxwaznameyê. Her ku diçe rewşa wî xerab dibe. Têkildarî rewşa tenduristiya wî saziya dewletê ATK’ê jî rapor daye."    Prz. Karakuş, anî ziman ku li Nivîsara Serdozgeriya Komarê jî geriya ye û bersîva "Li vir kar wisa nameşe. Daxwaznameya xwe bi nivîskî bişînin." daye û wiha got: "Di nava darazê de perçebûn heye. Ev yek dibe sedem ku girtî jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin demek berî demekê muwekilê min serbest bê berdan."     Keça Tulay Esra Toplu jî anî ziman ku bavê wê çend rojan li Bedlisê di beşa venêrtina zêde de hat dermankirin û wiha got: "Piştî bavê min sewqî Girtîgeha Sincanê kirin em fêr bûn ku bavê min li Bedlisê rakirine nexweşxaneyê. Piştî rapora ATK'ê em li bendê bûn ku bavê min tahliye bibe. Li Girtîgeha Sincanê nikare tedawî bibe. Niha kemoterapi dibe. Di 8'ê mijdarê de kemoterapiya duyemîn bû. Nexweşiya pençeşêra bavê min hatiye asta çaremîn. Niha êdî bersîvê nade tedawiyê. Piştî kemoterapiyê nikare li ser xwe bimeşe. Bavê min piştî kemoterapiyê birin girtîgehê. Di nava şertên hijyen de najî. Nikare xwarina paqij û baş bixwe. Mahdê wî êdi xwarinê ranake. Hevalên wî cilên wî dişon. Nikare bi serê xwe biçe tuwaletê. Ji bo bavê min zû bê berdan me bi Wezareta Darê û rayedaran re hevdîtin kir. Lê wan jî got "Biçin darazê. Tiştekî em bikin tune ye. Min serî li Navenda Ragihandina Serokomariyê (CİMER) da. Ez dixwazim demek beriya demekê bavê min serbest bê berdan."    Xizmên Tulay ji bo Tulay serbest bê berdan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Endama Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî diyar kir ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş hem bi darazê re û hem jî bi partiyên siyasî re gelek hevditin kirine û anî  ziman ku mafê girtiyên nexweş tên îhlalkirin û xwest hemû girtiyên nexweş bêne berdan.    MA / Berivan Altan