Şenoglû: Kesên doza azadiyê dikin divê hêza xwe bikin yek 2019-11-10 09:08:11   STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, anî ziman ku heta îktîdara ku dijminê berjewendiyên gel e têkneyêşikandin, wê pirsgirêka demokrasiyê hel nebe û got, "Kesên doza edalet, demokrasî û azadiyê dikin divê hêzên xwe bi yek bikin. Ji xeynî vê tu rê tuneye."    Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat şenoglû, krîza siyasî ya li Tirkiyeyê, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin. Şenoglû, destnîşan kir ku divê hêzên doza azadiyê dikin hêzên xwe bikin yek.    Şenoglû, anî ziman ku bi rejîmeke tarî re rû bi rû ne û got: "Pergal, di nav krîzekê û neçareseriyekê de ye. Bloga AKP-MHP'ê ji bo pêşeroja xwe û îktîdara xwe pêşeroja gelan tune dike. Hewl dide nirxên ku civakê dike civak hemûyan ji holê rabike. Polîtîkayên wan î dagirkirin û şerî vê yekê nîşan dide. Bloga berjewendiyî her tiştî dike. Bi şer ser pirsgirêkên civakê digire. Yanî li holê dîmeneke tarî heye."    'KAPÎTALÎST TÊN CEM HEV DU'    Şenoglû, ji bo xelasiya ji îktîdarê bal kişand ser têkoşîna dîrokî ya gelan. Şenoglû, ji bo vê yekê hin mînak dan û got: "Berxwedana li Zindana Amedê deng da. Ji wir ber bi van rojan hat. Di berxwedana Geziyê de civak ji bo azadî, edalet û wekheviyê li hemberî îktîdarê rabû." Şenoglû, bal kişand ser encamên berxwedanan û got: "Ev îktîdarên pergala kapîtalîst her çend ji bo berdewamiya îktîdarên xwe reqabetê bikin jî, lê taiyê tim tên cem hevdu." Şenoglû, anî ziman ku divê kesên doza edalet, demokras, û azadiyê dikin jî hêzên xwe bikin yek û got, ji xeynî vê tu rê tuneye.    'RÊYA SÊYEMÎN RÊYA HERÎ BI BANDOR E'    Şenoglû, anî ziman ku HDK bi rêxistinbûya tevgera kurd û hatina wê ya cem çepgir, sosyalîst, şoreşger û kedkarên Tirkiyeyê derketiye holê û got: "Her wiha bi xwe re HDP'ê jî ava kir. Ev pergal, li hemberî blokên netewperest, mezhebperest, nîşadaperest pergala rêya sêyemîn e û ji bo têkşikandina faşîzmê rêya herî bibandor e."    Şenoglû, anî ziman ku wê HDK di nêz de kongreya 10'an li dar bixe û got: "Em mecbûr in feraseta xwe ya ji bo rêxistinbûyînê nû bikin. Em dizanin ku pirsgirêk bi HDK'ê dest pê nakin û pê jî naqedin. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke giştî ya tevahiya tevgerên şoreşger ên demokratîk ên Tirkiyeyê ne. Em mecbûr in li çareserkirineke berfireh bigerin."    Şenoglû, anî ziman ku civaka Tirkiyeyê tirsa li ser xwe vaêtiye û got, li hemberî vê pergalê civak muxalefetiya xwe, daxwaz û xwstekên xwe tîne ziman. Şengolû, diyar kir ku civak di nav berxwedanê de ye û her wiha neyekbûna hêzan jî rexne kir. Şenoglû, rêxistinbûyîneke li dor pirsgirêkên ku civak dixwaze hel bibin divê.    Şenoglû, destnîşan kir ku heta îktîdara ku dijminê berjewendiyên gel in têk neyê şikandin wê pirsgirêka demokrasiyê nayê helkirin.    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Şenoglû, anî ziman ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav kurdan de hesta yekîtiyê bêtir derketiye pêş û got: "Heta niha ji ber di warê yekîtiya neteweyî de gavin nehatin avêtin, tiştên neyînî çê bûn. Lê belê li hemberî êrîşan li çar perçeyên Kurdistanê kurd rabûns er piya. Ev pir girîng e û her wiha divê bê temamkirin jî."    Her wiha Şenoglû bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û got, li Rojavayê gelek dewlet şer dikin û ev tişt lê zêde kirin: "A rast li Rojavayê du cîhan şer dikin. Yek jê pergala kapîtalîst ku yekûneya bîrdoziya ku gefê li pêşeroja mirovahiyê dixwe; ya din jî bîrdoziya azadîxwaz, aştîparêz û wekhevîxwaz e."    MA / Mehmet Halit Çetinbaş