Derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Bûldan û Temellî de lêpirsîn 2019-11-09 18:58:01   STENBOL – Derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Pervîn Bûlda û Sezaî Temellî de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber axaftina Bûldan û Temellî ya di Kongreya Asayî ya 3'yan a HDP'a Stenbolê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hat şandin.    Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat hînbûn ku ji ber axaftina Temellî û Bûldan a li Kongreya Asayî ya 3'yan a HDP'a Stenbolê lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn daye destpêkirin û dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hatiye şandin.