Li Îzmîr, Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin 2019-11-09 16:13:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyonên Girtîgehan ên Şaxên ÎHD'ê yi Stenbol, Enqere û Îzmirê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên xweş, daxuyanî dan û ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin. Komîsyonan ji midûriyet û wezareta tenduristiyê xwestin bi lez girtiyên nexweş bên berdan û serbest bên berdan.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 270’an de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê da çapemeniyê. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi dirûşmeya "Ji girtiyên nexweş re azadî" li pêş Sumerbank a Konaka Îzmirê daxuyaniyê da çapemeniyê. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî di hefteya 398'an de li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi dirûşmeya "Ji girtiyên nexweş re azadî" li pêş Sumerbank a Konaka Îzmirê daxuyaniyê da çapemeniyê. Komê di çalakiyêde pankarta "Nexweşên giran jiyana xwe ji dest didin" vekirin û bal kişand ser rewşa Kadrî Sancar ê 17 salî ku di 2014'an de li Kerborana Mêrdînê hat girtin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Cemile Karakaya, diyar kir ku dema Sancar 17 salî bû li ser gilî hat binçavkirin û girtin û wiha got: "Demekê li Girtîgeha Mîdyatê hat girtin. Piştre bêyî malbatê Agahdar bikin şandin Girtîgeha Zarokan a Şakranê. Piştî ket  18 saliyê Şandin Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê. Niha diranê 20 salî derdixe û diranê wî zerarê didin hev. Nikare xwarin bixwe û kîloyan winda dike. Ev yek bandora xwe li ser kezeba wî dike. Dîsa nexweşiya Hepatit B pêre derketiye. Ji ber nikare li dûr binere êdî roniya çavê wî kêm dibe. Nikare zêdeyî 5 metreyan bibîne."     STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî di hefteya 398'an de xwest li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê polisan dîsa destûr nedan ku li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Komîsyonê piştî astengiya polîsan li pêş Şaxa ÎHD'ê daxuyanî dan. Komîsyonê pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekir. Disa pankarta “Di rûniştina F a 398'in de bila Cemîl Îvrendî bila bê berdan" vekirin. Endamê komîsyona ÎHD'ê Mehmet Acettin, diyar kir ku li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got: "Li Girtîgeha Turkoglu girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî her ku diçe giran dibe. 25 salin girtî ye. Gelek nexweşi pêre hene. Di sala 2002'an de emeliyata dil bû. Bi ilanacan li ser piyan e. Tansiyona bilind pêre heye. Di nava êş û janên giran de dijî." Acettin, anî ziman ku Cemil İvrendî di sala 2003, 2010 û 2014'an de serî li Saziya Tipa Edlî daye û hemû serlêdanên wî hatine redkirin û xwest Îvrendi serbest bê berdan.b    ENQERE   Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 270’an de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê da çapemeniyê. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Emîn Guler ê li Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 2 a Hilvanê ku ji sedî 94 astengdar e. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, bal kişand ser rewşa Emîn Guler û wiha got: "Di 23'ê Cotmehê de name ji Şaxa ÎHD'ê re şand û bal kişand ser rewşa xwe. 3 salin girtî ye. Nexweşiya movika pişti ya C5 pêre heye. Beşa Hemiplejî felç bûye. Ji sedî 94 asteng dar e û divê serbest bê berdan."