QSD'ê bi operasyonek taybet li Reqayê 6 endamê DAIŞ’ê girtin 2019-11-09 14:20:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê ragihandin ku bi operasyoneke taybet li bajarê Reqayê şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê hate girtin û 6 endamên DAIŞ'ê girtin.   Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyanî da û wiha got: "Di 8’ê Mijdar 2019`an de ji aliyê yekineyên me yên Ewlekarî ve li bajarê Reqa şaneyek veşartî yê DAIŞ’ ê di encama şopandinek dirêj de bi gelek avalên wan yên teqemenî ku di nava bajar de gelek cih û saziyan bi teqînin kiribûn armanca di encama operasyonek taybet de 6 endamên wê şaneyê hatin girtin. Di heman demê de, ev şaneya ku hatî girtin, li gel xwe hejmarek ji wan jinên ku di encama vê dagirkeriya dawî de ji kampan reviyabun li gel xwe digirtin." Çapemeniya QSD'ê da zanîn ku di encama vê operasyona taybet de hejmarek mezin ji alavên teqemenî wek; Bombe, TNT, antî tang, çek û rextê teqemenî bi giştî; 29 torbe TNT ku giraniya wan nêzî 500 Kg, 61 mayîn û 3 mayînên erdî, 3 rextê teqemenî, 28 mayînê destan, 1 çeka qilêş, 2 çekên AKS’ î, bakareyek Kortaks, 3 jarjorê qilêşê li gel 50 guleyên wê, 2 damance 8,5mm û 1 damanca Glock hate girtin.   Navê endamên şaneya veşartî yên hatine girtin ev in: Y.H, M.H, H.H, H.C, A.X û M.D.