2 jê endamên meclîsa şaredariyan 3 kes hatin binçavkirin 2019-11-09 13:44:57   AMED – Li Amedê di serdegirtinên malan de 2 jê endamên meclîsa şaredariyên HDP’ê 3 kes hatin binçavkirin.    Li Amedê vê serê sibê polîsan bi ser hin malan de girt. Li malan lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerînê endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Halîme Akyol, endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Hêvîdar Bozkuş û kurê rêvebera HDP’a Amedê Sertaç Tosun, Sîpan Tosun hatin binçavkirin.    Hênceta binçavkirinê nehat zanîn û her sê kesan jî birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.