Li navçeya Pîranê operasyona eskerî hat destpêkirin 2019-11-09 13:40:50   AMED – Hat ragihandin ku operasyona eskerî li çoltera navçeya Pîranê hat destpêkirin. Operasyona eskerî ya li Zozanên Şênê jî didome.    Hat zanîn ku li gundên Ersek, Tonekrag, Herêdo û Prêjman ên navçeya Pîrana Amedê operasyona eskerî hat destpêkirin. Hat ragihandin ku yekîneyên taybet bi helîkoptêran li herêmê tên danîn û têketin û derketina gundan girtine.    Nehat zanîn ku ka li herêmê pevçûn qewimiye an na.    OPERASYONA LI ZOZANÊN ŞÊNÊ DIDOME    Li aliyê din duh serê sibê li Zozanên Şênê ku wek sêgoşeya Amed, Mûş û Çewligê tê zanîn bi beşdariya hezaran yekîneyên taybet û cerdevanan operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Hat ragihandin operasyona eskerî ya li Zozanên Şênê didome.    Di daxuyaniya Wezareta Karê Navxweyî ya duh dabû de ragihandibû ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ên Herêma Amed û Dersimê “Operasyona Kiran-5” dest pê kiriye.