Heyva Sor: Tirkiye di êrîşan de 334 sivîl kuştin 2019-11-09 13:40:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê de de 92 sivîl hatine qetilkirin, lê li gorî dane û qeydên Heyva Sor a Kurd ku li gorî dîrok û cîh hatine amadekirin û nav hatine nivîsandin, heta niha 334 sivîl hatine qetilkirin.   Berdevkê Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Rûpert Colvîlle têkildarî êrîşên Tirkiyeyê li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li ofîsa OHCHR ya li Cenevreyê civînek çapemeniyê lidar xist. Rûpert Colvîlle îdîa kir ku ji roja ku êrîş destpê kirine (9’ê Cotmehê) û heta 5’ê mijdarê 92 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.  Rûpert Colvîle her wiha got ku 100 hezar kes neçar mane ji malên xwe derkevin. Rûpert Colvîlle, di vana dibêje, lê hejmara ku Heyva Sor a Kurd têkildarî mijarê eşkere kiriye, hejmara Rûpert Colvîlle vala derdixîne. Nexasim, hejmara Heyva Sor a Kurd li ser dane û qeydên hatine girtin, hatiye eşkerekirin.   Di qeydên Heyva Sor a Kurd de, navên sivîlên hatin qetilkirin li gorî dîrok û cih hatine dayîn. Li gorî qeydên hatine girtin, heta niha bi giştî 334 sivîl di êrîşan de hatine qetilkirin.