Tahmaz: Ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ me digirin 2019-11-09 13:16:09 MÊRSÎN - Hakan Tahmaz, di civîna ji aliyê Weqfa Aştiyê hat lidarxistin de axivî û got: “Pêvajoya şer, herî dawî wê li ser maseyê bêaxaftin û çareser kirin. Rewş êdî wisan bû ye, ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ em tên girtin.”  Weqfa Aştiyê, li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, di çarçoveya projeya “Nêrîna Aştiyê Parastin û STK Bi Hêzkirin/Pêşxistinê” de civînek li dar xist. Li gel nûnerên 40 Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) rojnameger, parêzer û akademisyen jî beşdarî civînê bûn. Moderatoriya civînê Prof. Dr. Ayşe Gul Yilgor kir. Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz axaftina vekirinê ya civînê kir.   ‘EM NE AMEDE NE’   Tahmaz, bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha axivî: “Em li ser pêvajoyên nû yên şer û çareseriyê yên pêş bikevin lêkolîn dikin, da ku em li gorî wê karibin tevbigerin. Pêvajoya pevçûnê ya li Tirkiyeyê dewam dike, herî dawî wê  li ser maseyê bê axaftin û çareser bibe. Di warî amadekariyên STK’ê de me hîn lêkolîn kirin. Mixabin me dît ku STK’î ji bo pêvajoyeke nû ya şar û çareseriyê ne amadene. Emê di civîna xwe ya îro de li ser vê biaxivin.”   ‘EM FÊR BÛN KU DIVÊ EM ÇI NEKIN Û ÇI BIKIN’   Tahmaz, diyar kir ku desthilatdariyê di demên dawî de zextên xwe zêde kirin û wiha got: “Rewş wisan bû ye, ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ em tên girtin. Ji bo parastina aştiyê îmze avêtin êdî bûye sûc. Lê em dixwazin, bibîr bixin ku me pêvajoyên bi navê Oslo û Pêvajoya Çareseriyê jiyan. Vê pêvajoyê di hafizeya Tirkiyeyê de cih girt. Divê em vê hafizeyê zindî bigirin. Li ser maseyê, hiqûq û şêwazekê çareseriyê heye. Em fêr bûn ku divê em çi nekin û çi bikin.”    'DIVÊ GOTINÊN NEFRETÊ BÊN REDKIRIN’   Dûre Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, mijara “Di Çareseriya Pevçûnê de Qadên Xebatê yên STK’iyan” pêşkêş kir û wiha got: “Sê aliyên tundiyê hene. Raste rast, binyadî û çandiye. Li Tirkiyeyê herî zêde tundiya rast rast tê nîqaşkirin. Mixabin em li Tirkiyeyê herî zêde li ser tundiya raste rast diaxviin. Lê divê tundiya binyadî û çandî di meseleya kurd de bê axaftin. Tenê aliyên vê yên siyas3ı û polîtîk tên rojevê.”    Yakûp Levent Korkût jî, mijara “Cihê Aştiyê ya di Hiqûqa Netewî û Navneteweyî de” pêşkêş kir.   Doç.Dr. Fatma Akdokur Aktaş jî, mijara “Zimanê Aştiyê û Rêbazên Pevçûnek Nû” pêş kêş kir û wiha got: “Divê gotinên nefet û cihêkariyê bên redkirin û zimanê aştiyê bê pêşxistin.”    Piştî mijarên hatin pêşkêşkirin, civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.