‘SMO’ li Rojava tankên Elman bikar tîne 2019-11-09 12:37:40 GRÊ SPÎ – Tankên Leopard-2 ên Elmanya ku ragihandibû firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestandiye jî ji aliyê “SMO” ku girêdayî Tirkiyê ye tên bikaranîn. TSK û hêzên paramîlîter ên dixwazin kontrola Rêya Navnetewî M4 bixin kontrola xwe bi çekên giran ên dewletên rojavayî bikar tîne.  Tirkiye ku di 9’ê Cotmehê de li dijî navçe û bajarên Rojava dest bi êrişan kir bi çekên giran ên dewletên rojavayî dide Tirkiyê pêk tîne. Her çiqas DYA, Rûsya, NATO, NY, YE di gotinên xwe de bertek nîşanî Tirkiyê bidin jî lê li qadê ango li Rojava bi çekên giran ku ji Tirkiyê re temîn dike destek dide. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û “Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO)” ku wek hêzên paramîlîter tê binavkirin, hem ji bejahiyê ve hem jî ji esmanî ve herêmê bombebaran dike. Êrişên li dijî gundewarên herêma Girê Spî û Serêkaniyê nesekinîne û didomin. Tirkiye agirbest ango peymanên hem li gel Rûsya û hem jî li gel Amerîka îmze kir binpê dike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî ji bo gelan biparêze mafê xwe yê rewa ango xweparastinê bikar tîne. TSK û MSO di rojên dawî de êrişên xwe giran kir û cihê pevçûn girên lê diqewime jî derdora Rêya Bejahiyê ya Naventewî ya M4 e. Di van êrîşên li dijî axa Rojava de bi giranî çekên envantera NATO’yê bikar tîne. Di serê van çekan de tankên Leopard-2 ên Elmanya tên.    HÊZÊN NAVDEWLETÎ ŞIRÎKIYÊ DIKIN    Li aliyekî li çar hawîrdorên cîhanê xelk pişgiriyê dide kurdan û li aliyekî jî hêzên navdewletî li pişt perdeyê destekê didin Tirkiyê. Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, Yekîtiya Ewropayê (YE) û hêzên giradayî van û Rûsya li qadê pêşiya Tirkiyê vedikin. Her çiqas li dijî Tirkiyê daxuyaniyan bidin jî bi armanca kêmkirina xwedî derketina ji bo Rojava ye.    TANKÊN LEOPARD LI QADÊ NE    Her çiqas Elmanya ragihand û got wan firotina çekan a ji bo Tirkiyê rawestandiye jî lê qadê desteka dayîna çekan a ji bo Tirkiyê didomîne. Tirkiye û şirîkên xwe yên paramîlîter herî zêde di êrişên xwe de çekên Elmanya bikar tînin. Tankên Leopard-2 ên Elmanya 2 roj berê li xeta Eyn Îsa û Çelebî yên dikevin başûrê Girê Spî bikar anîn.    FUZEYÊN TOW JÎ BIKAR TÎNIN    Gelek tankên Elman sewqî herêmê tên kirin. Li gel van tankan jî fuzeyên TOW ên ji aliyê Amerîka e tên hilberandin ji aliyê komên paramîlîter ve tên bikaranîn.    MA / Nazim Daştan