Yilmaz: Kuştina Bagdadî şirîkiya Tirkiyê-DAIŞ’ê carek din derxist holê 2019-11-09 11:58:34 STENBOL – Dr. Arzû Yilmaz diyar kir ku kuştina Lîderê DAIŞ’ê Bagdadî yê nêzî sînorê Tirkiyê carek din “Şirîkiya DAIŞ û Tirkiyê” derket holê û got: “Dema mirov li endîşeya ragihandina yek ji girtina malbata Bagdadî dinêre Tirkiye di ferqa rîskan de ye.”  Dr. Arzû Yilmaz a ji Zanîngeha Hamburgê kuştina Lîderê DAIŞ’ê Ebûbekîr el Bagdadî ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.    ‘DIBE KU PEVÇÛN ZÊDE BIBIN’    Yilmaz anî ziman ku halêhazir rewşa li Sûriyê wek zeviyek bi mayin e û tevî peymanên Tirkiyê yên li gel Amerîka û Rûsyayê jî hêj agirbest tam neketiye meriyetê. Yilmaz da zanîn ku dema ew li daxuyaniyên ji aliyê Tirkiyê ve tên dayîn rewşa pevçûnan a heyî dê zêdetir bibe û li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşek aloz heye û tişt zelal nebûye.  Yilmaz got hem Sûriye û hem jî QSD niha Tirkiyê û komên girêdayî wê SMO wek dijminek hevpar dibînin.    ‘BI SEDAN RÛPEL RAPOR HENE’    Yilmaz bal kişand ser kuştina Lîderê DAIŞ’ê Bagdadî yê nêzî sînorê Tirkiyê û got: “Cihê ku Bagdadî û pêk anîna operasyonê û cihê kuştina berdevkê Bagdadî dide xuyakirin dê ji îro şûn ve ser tiştekî neyê girtin. Heta îro ser van dihat niximandin. Gumanek heye. Derket holê ku ser van gumanan nayê niximandin. Tirkiye têkoşînek bi bandor li dijî rêxistina terorê ya li cîhanê herî hov tê nasîn pêk neaniye. Tirkiye destek daye xebat û endamên DAIŞ’ê û çavê xwe ji kirinên wan re girtiye. Ev rewş ji dagirkirina Balyozxaneya Tirkiyê ya li Musilê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat her kes êdî meseleya Tirkiyê û DAIŞ’ê dizane. Her kes têkiliya Tirkiyê û DAIŞ’ê baş dizane. Li ber çavê cîhanê hemû ev yek hat kirin. Bi sedan rûpelên raporên vê yekê ku yeko yek hatine qeydkirin hene. Geşedanên dawî jî meseleya DAIŞ û Tirkiyê eşkere dike.    ‘TIRKIYE DI FERQA TALÛKEYAN DE YE’    Wê encama van raporan ku Tirkiye rêxistinên cîhadî di bin banê xwe de xwedî dike derkevin holê. Tirkiye dixwaze cihê dagir bike pozîsyona xwe li aliyan ferz bike. Talûkeya esil a ji bo Tirkiyê destpêkirina avakirina dadgehek navnetewî ye. Wê ev pêvajo heta avakirina wê dadgehê dirêj bibe. Şirîkiya DAIŞ û Tirkiyê” derket holê û got: “Dema mirov li endîşeya ragihandina yek ji girtina malbata Bagdadî dinêre Tirkiye di ferqa rîskan de ye.”    MA / Ferhat Çelîk