Colville: Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 sivîl hatin kuştin 2019-11-09 11:31:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rupert Colville, diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 92 sivîl hatin kuştin.    Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Rupert Colville têkildarî êrîşên Tirktiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Colville, diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de 92 sivîl hatine kuştin û wiha got: "49  kes di êrîşên hewayî, tang, top û sekvanan ve hatin kuştin. 31 sivîl jî bi teqemeniyên ku TSK'ê li pey xwe hiştine, hatine kuştin. Em bi fikarin ku gelek kesên din ji ber van teqemeniyên din jiyana xwe ji dest bidin. Ev di hiquqa mafên mirovan a navneteweyî de îhlal e. Em dixwazin li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigerin."