Endamên Meclîsa Rêya Armûşê: Têkoşîna me wê dewam bike 2019-11-09 11:10:47 WAN - Endamên Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê, bertek nîşanî binçavkirina hevşaredarên xwe Şehsade Kurt û Azîm Yacam û tayînkirina qeyûm dan. Endamên meclîsê, diyar kirin ku wê têkoşîna wan dewam bike. Endamên Meclîsa Şaredariya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bertek nîşanî binçavkirina hevşaredarên xwe Şehsade Kurt û Azîm Yacan û tayîkirina qeyûm a şaredariyê dan û gotin ewê têkoşîna xwe dewam bikin.   Endamê Meclîsa Şaredariyê Halît Hanay, anî ziman ku hevşaredarên vî bajarî ji sedî 70 deng girtin û wiha axivî: “Ev hişmediya xerab û wêranker hilbijêran bi awayekê bêsûc, bêguneh û bêhiqûq dike bin çavan. Li hemberî vê rewşê em gelekê bihêrs û acizin. Em dixwazin demildest hevşaredarên me berdin û peywira wan îade bikin. Ger edalet hebûya, wê sûçên wan danîban holê. Em ji edaletê na  revin. Bloka faşîst a AKP Û MHP’ê bi awayekê keyfî nêzî gel dibe. Bi tu awayî em vê qebûl nakin. Emê heya dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Gelê kurd tu carî li hemberî zilmê serî netewand û wê tu carî ne tewîne. Dibe ku îro bi zext û polîsên xwe karibin gel bêdeng bikin, lê wê tu carî nekarin vîna me bişkîn in. Ev gel tu carî xelas nabe û emê heya dawiyê li dijî vê hişmendiya faşîst derbikevin.”    'DIVÊ DEST JI VÊ ŞAŞIYA XWE BERDIN’   Hanay, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm jî da û wiha got: “Bi awayekê bêhiqûqî qeyûm tayîn kirin. Vê bêhiqûqiyê ne tenê li dijî hevşaredaran, di heman demê de li dijî gel jî, bi kar tînin. Ev hişmendiya ku gel û Tirkiyeyê dixwe nava pirsgirêkan  divê ji vê rêya şaş vegere.”   'EM Ê MAFÊ XWE BIPARÊZIN’   Endamê Meclîsa Şaredariyê Hikmet Dûman jî, bertek nîşanî binçavkirin hevşaredaran û tayînkirina qeyûman a şaredariyê da û wiha hirsa xwe anî ziman: “Gel hevşaredarên Rêya Armûşê anîn ser peywirê. Binçavklirina hevşaredaran, nêzîkatiya ji destkeftiyên gel re dide nîşandan. Bi zextan hilbijêran ji peywirê digirin û dixwazin bi vî awayî gel teslîm bigirin. Lê gelê me di ferqa vê yekê de ye. Gel vê qebûl nake. Divê êdî dewlet dest ji van polîtîkayên xwe yên tundiyê berde. Yên ku bi hilbijartinê hatine, divê bi hilbijartinê jî biçin. Kes nikare vîna gel ipotek bike. Tu aliyê vêyê exlaqî tuneye.”   'EV KAR BI RÊVEBERIYA AWARTE NABE’   Endamê Meclîsa Hakki Cemal jî, diyar kir ku di dema çûyî de jî, qeyûm tayînê şaredariya wan kirin û wiha bertek nîşan da: “Heya niha qeyûma teyînê 16 şaredariyên me kirin. Ev kar bi girtin, binçavkirin qeyûman û rêveberiya awarte çareser nabe. Gelek desthilatdar hatin û çûn. AKP jî wê biçe. Lê gelê kurd wê dîsa bimîne û xelas nebe. Em rastî êrîş û zextên gelek mezin hatin. Lê me karî em hemûyan derbas bikin. Emê dîsan derbas bikin. Yên ku vê neheqî û bêhiqûqiyê dikin, wê cihê xwe di rûpelên qirêj ên dîrokê de bigirin. Gelê kurd wê xwedî vî welatî derkeve. Divê gelên Tirkiyeyê van şaşiyan qebûl nekin. Divê mafê vî gelî bê dayîn.”