Dadger ewil biryara berdana Irmak da û piştre li ser îtîraza dozger biryara xwe vekişand 2019-11-09 10:37:10   AMED – Parezerê Parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak, diyar kir ku heyeta dadgehê der barê Selma Irmak de biryara berdanê da û li ser îtîraza dozger biryara xwe guhert û bi hinceta “şika bireve heye" biryara berdewama girtinê daye û wan serî li dadgeha bilind daye.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê ya berê Selma Irmak, di operasyona li dijî endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê de hatibû girtin û girtî tê darizandin. Di sala 2017'an de der barê Irmak de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hat vekirin. Heyeta dadgehê, der barê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê ya berê Selma Irmak de bi îdîaya “Endama rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza da. Dîsa bi îdîaya “Propaganda rêxistinê" 2 sal û 6 meh cezayê hepsê da. Cezayê Irmak ê “propaganda rêxistinê" li dadgeha Îstinafê hat erêkirin. Cezayê “Endamtiya rêxistinê" jî li dadgeha bilind tê rawestandin.    Piştî guhertinên zagonî yên nû, Parêzerên Irmak Reyhan Yalçindag û Erhan Urkut, ji bo Irmak  ji nûve bên darizandin di 28'ê Cotmehê de serî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dan. Li ser daxwaza parêzeran heyetê dosya Irmak di 1'ê Mijdarê de ji nûve lêkolîn kir. Heyeta dadgehê der barê Irmak de biryara berdanê da. Lê li ser îtîraza dozger heyetê biryara xwe paşve kişand û dîsa bi hinceta "şika bireve heye" biryar guhert.    Parêzerên Irmak Reyhan Yalçindag û Erhan Urkut, li ser biryara dadgehê serî li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dan û îtîraz kirin.