Li Antalyayê, malbatek li mala xwe mirî hatin dîtin 2019-11-09 10:18:39   ANTALYA - Ji heman malbatê 2 jê zarok 4 kes li mala xwe mirî hatin dîtin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike û ji ber gumana sîyanûrê avahî hat valekirin.    Li Antalyayê, ji heman malbatê 2 jê zarok 4 kes li mala xwe mirî hatin dîtin. Malbata ku xizmên wan agahî ji wan negirtin agahî dan polîsan. Polîsên ku dest bi lêgerînê kirin rastî vê bûyera sosret hatin. Polîsên ku ketin malê, bav Selîm Şîmşek û dayik Sûltan Şîmşek û 2 zarokên wan Alî Çinar ê 2 salî û Ceren a 7 salî mirî dîtin.    3 polîs û 3 erkdarên tenduristiyê yên ketin malê, ji ber bêhna di malê de, bi bandor bûn û rakirin nexweşxanê. Ji ber vê bi gumana siyanorê avahî hat valekirin û ji bo lêkolînê, ekîbên kimyasal û nuklerê ji Afyonkarahîsarê hat daxwazkirin.    Di lêkolîna di malê hat kirin de, nişeya Selîm Şîmşek a li dû xwe hiştî hat dîtin.