Ala PKK'ê li Çiyayê Hîmalayê hilda 2019-11-09 09:58:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hilkişêrê çiyayan ê Spanî Fernando Sanchez Grassa, ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Rojava, hilkişiya serê girekî bilind ê Hîmalayayan, li wir ala PKK´ê hilda.    Hilkişêrê çiyayan Fernando Sanchez Grassa bi cêwiyên bi navê Juan Carlos û Jesuus del Cerro Millan re çû serê girê Himlung ê 7 hezar û 160 metroyan bilind. Wî li wir wêneyek girt û ev wêne parve kir. Di wêne de xuya dike ku wî  alaya PKK´ê hildgire. Di daketina ji çiyê de Grassa yê 44 salî ji ber nexweşiyek xwe, jiyana xwe ji dest dide. Ji ber rewşa dijwar a hewayê hîna cenazeyê wî nehatiye dîtin. Ji hilkişêran yek jê daket û rayedarên Nepalî agahdar kir. Rayedaran karî hilkişêrên din jî bibînin û wî rizgar bikin. Rewşa cêwiyan a tenduristiyê baş e. Fernando Sanchez Grassa di heman demê de înternasyonalîst e û ji bo demekê sala 2017´an di navbava YPG´ê de cihê xwe girtibû. Sanczhez li bajarê Spanyayê Aragués del Puerto dima.