Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin 2019-11-09 09:48:50   WAN – Walîtiya Wanê carek din bi dema 15 rojan hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kir.    Li ser daxwaza Walîtiya Wanê bi dema 15 rojan her cûre çalakî û şahî hat qedexekirin. Li Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an de ve sepana qedexekirina çalakî û şahiyan didome. Bi vê qedexeyê re carek din biryara qedexeyê hat dirêjkirin.    Hezar û 84 roj in qedexe didome. Walîtiyê ragihand ku dê qedexe ji 10’ê mijdarê dest pê bike û heta 24’ê mijdarê bidome.