Ji bo endamên girtî yên Grûp Yorûmê kampanyaya îmzeyê 2019-11-09 09:22:54 STENBOL - Grûp Yorûmê, ji bo endamên xwe yên girtî kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin û ji bo piştgiriyê bang kir.  Endamên girtî yên Grûp Yorûmê, ji bo daxwazên wan pêk bên dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê Bahar Kûrt 151 roj in, li Girtîgeha Jimare 9 a Sîlîvriyeyê Îbrahîm Gokçek 144 roj, Bariş Yuksel 144 roj û Alî Arici 75 roj in û li Girtîgeha Tîpa M a Jina ya gebzeyê jî Hêlîn Bolek 141 roj in di greva birçîbûnê de ye. Grûp Yorûmê, ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya endamên xwe û ji bo piştgiriyê di 1'ê Mijdarê de kampanyayeke îmzeyêd a destpêkirin. Endama komê Seher Adiguzel, da zanîn ku kesên dixwazin îmzeyê bidin dikarin li ser medyaya civakî xwe bigihînin wan.    ‘5 ENDAMÊN ME DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE'    Adiguzel, bibîr xist ku di 2 salên dawî de polîsan 9 caran avêtiye ser Navenda Çandê ya Îdîlê û got: "6 endamên me girtî ne. Ji vana 5 jê di greva birçîbûnê de ne. Em dixwazin endamên me bên berdan. Ji sala 2015'an ve em niakrin konseran li dar bixin. Konserên me hemû tên qedexekirin. Bi gazê êrîşî mirovên tên konserê me dikin. Em dixwazin qedexeya li ber konserên me bê rakirin."    Adiguzel, anî ziman ku ji bo vê wan kampanyayeke îmzeyê daye destpêkirin û got: "Banga me ji bo tevahiya rewşenbîr û hunermendaye. Bira îmeya xwe deynin bin vê metnê. Ji bo daxwazên Grûp Yorûmê pêk bên, em îmzeyekê bavêjin. Em bibin dengê Grûp Yorûmê."