Hatîmogûllari: Wê ev êrîş temenê rejîma yek zilamî kin bike 2019-11-09 09:18:48 EDENE - Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku AKP, ji bo parastina rejîma yekzilamî operasyona li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û got: "Wê êrîş, operasyonên derveyî sînor û krîza aborî temenê rejîma yek zilamî kin bike."    Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, êrîşên li ser HDP'ê û tayînkirina qeyûman nirxand.    ‘MUDAXILEYÎ QADÊN JIYANÊ HEMÛYAN DIKIN'    Hatîmogûllari, diyar kir ku her diçe êrîşên li ser partiya wan zêdetir dibin û got: "Ji ber HDP bendav derbas kiriye, AKP piraniya li Meclîsê bi dest naxe. Tevî hemû êrîş û zextan, girtin û binçavkirina jî HDP tenê ne li parlementoyê, li qadên jiyanê hemûyan têdikoşe."    Hatîmogûllari, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin peyamekê bidin gelê kurd û got: "Wesfê awayê vê rêveberiyê ne demokrasî ye, dîktatorî ye. HDP, tenê ne bi rêveber û endamên xwe, hemû hilbijêrên wê jî hay ji vê yekê hene. Gelê kurd hay ji vê yekê heye. Tişta ku îtifaqa Cumhûrê û îktîdar hezm nake ev e. Loma êrîşî HDP'ê dikin. Lê belê her ku zextên li ser HDP'ê zêde dibin, HDP xurt dibe, îktîdar jî lawaz dibe."    Hatîmogûllari, bal kişand ser oprasyona li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: "Ji bo rejîma yek zilamî bê parastin, ji bo kedkar û xizan bal nekişînin ser krîza aborî operasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Lê belê wê ev êrîş, operasyonên derveyî sînor, krîza aborî temenê AKP'ê kin bike."    BANGAWAZΠ   Hatîmogûllari, destnîşan kir ku divê tu kes li ber zext û êrîşên AKP'ê yên li ser partiya wan û tayînkirina qeyûman bêdeng nemîne û got: "Ha qeyûm tayînî Amedê hatiye kirin ha jî sînordarkirina erkên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê? Ma her du jî ne kirinên rejîma yekzilamî ne? Îjar em bi hev re dikarin fînala vê çîrokê binivîsînin. Heq, hiqûq, edalet, wekhevî, aştî, biratî. Tu fînal wekî vê fînalê xweş nîn e."    MA / Hamdullah Kesen