Ji bo Dayika Aştiyê ku polisan wê bi erdê ve kaş kiribûn daxwaza 10 sal ceza 2019-11-08 12:41:37 MÊRDÎN - Bi daxwaza 10 sal ceza doz li Dayika Aştiyê Hevlet Oncu ku dema çalakiya greva birçibûnê, li Qoserê polisan wê bi erdê ve kaş kiribû, hat vekirin. Doz, li Dayika Aştiyê Hevlet Oncu ku di 20'ê Nîsanê dema çalakiya greva birçibûnê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê xwestibû balê bikişîne ser greva birçîbûnê polisan wê bi erdê ve kaş kiribû û binçav kiribûn, hat vekirin. Hat hînbûn ku giliya Oncu ya derbarê polisên ku wê bi erdê ve kaşkirine de tu kirarî nehatiye kirin.    'EM ŞER NEXWAZIN' SÛC HESIBANDINE   Di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye amadekirin de ji bo Oncu ji 5 salan heta 10 salan ceza hatiye xwestin û daxuyaniya wê ya "Bila tecrîd rabe. Êdî bes e bila zarokên me nemirin. Tev birçîne bila kes nemire. Leyla Guven 170 roj in, êdî bes. Em başiyê dixwazin, mirinê naxwazin. Bila bi hev re biaxivin, bi dewletê re biaxivin, bi dewletên biyanî re biaxivin, êdî bes e bila aştî pêk were. Heke girtî ji birçîna bimirin ez ê nesekinim. Kes jî nasekine. Wê agir bi her derî keve." jî bûye mijara sûcdarkirinê.    'EM TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DIDIN'   Li ser qebûlkirina 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya doznameyê, îro daneşîna yekemîn a dozê hat dîtin.  Oncu, parêzer û xizmên xwe tevlî daneşînê bûn. Di daneşînê de destpêkê Oncu mafê axaftinê girt û li dijî sûcdariyê ev tişt got: "Me aştiyê xwest. Rewşa mirovên me yên di greva birçîbûnê de giran bû. Me xwest balê bikişînin ser rewşa wan. Lê me bi erdê ve kaş kirin û binçav kirin. Bi ava şid mudaxaleyî me kirin. Bi mehan ji ber derbên ku li min ketibûn, min êş kişand. Em têkoşîna aştiyê didin. Beraata xwe dixwazim."   Parêzer Ziya Bagî jî diyar kir ku li gel ku muewkîla wî di bûyerê de mexdûr bûye jî derbarê polisan de tu kirarî nehatiye destpêkirin. Baqî destnîşan kir ku li ser parvekirinên dîmênên bi erdê ve kaşkirina muwekîla wî bi awayekî lezgîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û dosya hatiye amadekirin û beraata muwekîla xwe xwest.    Li ser axaftina Oncu û parêzerê wê dadgehê daneşînê taloqî 9'ê Çileya 2020'an kir.