Xelkê bi keviran dewriya Tirkiyê û Rûsya şermezar kirin 2019-11-08 11:43:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Eskerên tirk û rûs di çarçoveya Peymana Soçî de li navçeya Girkê Legê bi maşîneyên zirxî dewriya hevpar geriyan. Xelkê navçeyê bi kevir û pêlavan dewriyê şermezar kirin. Di çarçoveya Peymana Soçî ya Rûsya û Tirkiyê de eskerên tirk û rûs li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3'yemîn dewriya hevpar geriyan. Dewriye li herêma navçeya Girkê Legê ya Qamişlo bi maşîneyên zirxî pêk hat. Dema ku dewriye ango maşîneyên zirxî li gundê Dirna Axa ya Girkê Legê derbas dibûn, ji zarokan heta kal û pîrên herêmê kevir û pêlavên qetiyayî avêtin dewriya hevpar û şermezar kirin.    Di dema kêliya şermezarkirinê de dîmenên balkêş derketin holê.    Roja 5'ê mijdarê jî dewriya hevpar a Tirkiyê û Rûsya li herêma Kobanê ku digeriya welatiyên Kobanê berteka xwe nîşan dabûn û konvoya hevpar bi avêtina keviran şermezar kiribûn.