Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan 2017-12-05 09:26:31 ŞIRNEX – Li Şirnexê di encama teqîna grizûyê de 2 jê bira 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku di sala 2009’an de ji ber hezanekê kekê herdu birayên di teqîna grîzûyê de mirin Ahmet Tunç jî jiyana xwe ji dest daye.  Li Şirnexê ocaxên komirê ku bi pirsgirêkên ewlehiya karî di rojevê de ne, hîn jî dibin sedema mirina karkeran. Di van ocaxên li bajêr ku hêviya aboriyê ya sereke ya welatiyan e, di 4 salên dawîn de herî kêm 18 karker jiyana xwe ji dest dane û herî dawî jî duh 3 karkeran din jiyana xwe ji dest dan. Di navbera bajaroka Gundikê Melê û gundê Kironê yê girêdayî bajêr de, di kana komirê de teqîna grîzûyê çê bû û di vê teqînê de birayên hev Abdurrahman û Omer Tunç û Îdris Înan jiyana xwe ji dest dan.    HEMAN ‘QEDER’ Û 3 BIRA    Li bajêr di 17'ê Cotmehê de li Ocaxa Komirê ya Jimare 1'ê de hezanek çê bûbû û 8 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê vê ocaxa ku duh bû sedema mirina 3 karkeran jî di nav ocaxên ku biryara girtina wan hatibû dayîn de cih digirt. Hat hînbûn ku Ahmet Tûnç, kekê Abdurrahman û Omer Tûnç ku ji bo kincên xwe wergirin ketin ocaxa ku bi terhê bîrê tê xebitandin careke din derneketin, jî di sala 2009'an de di ocaxeke komirê ya li heman bajarokê jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyarkirin ku dê herdu birayên jiyana xwe ji dest dan, li goristana ku kekê wan lê ye bên definkirin.