Yegen: Tirkiye li gor siyaseta 'bila kurd tiştekî jî bi dest nexin' tev digere 2019-11-08 09:22:03 STENBOL - Prof. Dr. Mesût Yegen, anî ziman ku gava şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye, Tirkiyeyê xwestiye li wir "îktîdara îhvanî" ava bike û got, lê belê xeyalên wê pêk nehatine û niha jî li gor siyaseteke ku "bila kur tiştekî jî bi dest nexin" tev digere.  Prof. Dr. Mesût Yegen, ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA), êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peymanên hatin çêkirin, civîna li Cinêwê ya ji bo "Komîsteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê" û armancên Tirkiyeyê nirxandin.    ‘TIRKIYE NEGIHAŞT ARAMANCA XWE'    Yegen, diyar kir ku di 9'ê Cotmehê de piştî DYA ji rojhilatê Firatê derketiye li herêmê kêmaniyeke hêzî çê bûye û got, qismeke vê kêmaniyê ji aliyê Tirkiyeyê û qisjmek jî ji aliyê Rûsya û rejîmê ve hatiye dagirtin. Yegen, anî ziman ku piştî DYA ji herêmê derketiye hevsengiyeke nû çê bûye û got: "Di vê hevsengiya nû de tê dîtin ku HSD, mecbûr maye kontrolkirina Tel Abyad û Resûlaynê ji Tirkiyeyê û kontrolkirina Kobanî û Hesekê jî bi Rûsya û Rejîmê re parve bike. Ev hevsenga nû, li gor beriya 9'Ê Cotmehê, dîmeneke wiha nîşan dide: Wekî ku Tirkiyeyê xwestiye HSD nehatiye tasfiyekirin, lê belê hindik be jî di warê hêzî de windahiyek çê bûye û muqabilî vê Rûsya tevî mutefîkê xwe rejîmê û Tirkiye jî li gor berê hinekî bêtir bûye xwedî nufûz. Her wiha her çend Tirkiye Tel Abyad û derdora wê xistibe bin kontrola xwe jî, lê ev der ne qadeke wisa mezin e ku karibe penaberên sûriyeyî lê bi cih bike û negihaştiye armanca xwe ya ji bo tasfiyekirina HSD'ê."    ‘WÊ HEVSENG CAREKE DIN BIGUHERIN'    Yegen, da zanîn ku tiştê ku diviya Tirkiye heta niha ji Rûsyayê bigirta tenê tiştekî ezamî jê girtiye û Tirkiye negihaştiye armanca xwe ya ji bo çêkirina "herîma ewle" û "tasfiyekirina HSD'ê" û wisa dixuyê ku ji niha û pê ve jî pir zor e. Yegen, got: "Piştî 9'ê Cotmehê, gava DYA ji herêmê vekişiya, mutefîkê wê HSD hindik be jî lawaz bûye û muqabilî vê piraniya kêmaniya hêzî ya derketiye holê ji aliyê Rûsyayê û qismek jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirtin. Lê tişta ecêb ew e ku piştî 9'ê Cotmehê niha wisa dixuyê ku ev hevseng gheriye an jî wê biguhere. Bi îhtimaleke mezin wê HSD, cihên ku di dest wê de ye wê bernede û her çend tev li hevdîtinên ji bo qanûna bingehîn nebûbe jî wê ji niha bêtir xwedî bandor be."    ‘CIHNEGIRTINA HSD'Ê YA LI CINÊWÊ WÊ ÇARESERIYÊ ASTENG BIKE'    Yegen, bal kişand ser civîna ewil a "Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê" ku li Cinêwê pêk hat. Yegen, anî ziman ku astengkirina beşdarbûna HSD'ê ya ji bo civînê wê di meseleya Sûriyeyê de bibe cihê astengkiyeke mezin û got: "Her çend HSD'î bia wayekî fizîkî tê de cih negirtibin jî, lê wê daxwaza ji bo xwesrîbûnê ya kurdan bi awayekî pêk bê. Her wiha gava hevdîtinên Cinêwê kamil bibin dibe ku matrîseke wiha çê bibe; rejîm û Tirkiye, rejîm-Rûsya û kurd, sunî û kurd." Wê ev jî çi neyînî çi erênî bi awayekî tesîrê li qabûta Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê bike."    PIRSGIRÊKA LI EFRÎN Û ÎDLIBÊ    Yegen, bibîr xist ku li gelek deverên Sûriyeyê hêzên Tirkiyeyê hene û got: "Gava em li awayî hebûna Tirkiyeyê ya li van deran dinerin, zehmet e ku mirov bibêje wê ev der sibê bên valakirin. Lê belê gava em Efrînî, Tel Abyad, Îdlibê hemûyan bînin cem hev û mêze bikin, tê dîtin ku jib ber li van deran pirsgirêka meşrûiyetê ya rejîmê kêm bûye û ji bo kontrolkirinê hêza wê ya leşkerî qels bûye, wê Tirkiye demeke dirêj li van deran bimîne. Heger hevdîtinên ji bo qanûna bingehîn Tirkiye jî di nav de li gor hemû hêlan neyê çê kirin - ev hinekî zehmet e- wê kesên niha li Sûriyeyê ne li Sûriyeyê bimînin."    'LI GOR SIYASETA 'BILA KURD TIŞTEKÎ JI BI DEST NEXIN' TEV DIGERE'    Prof. Dr. Mesût Yegen, anî ziman ku gava şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye, Tirkiyeyê xwestiye li wir "îktîdara îhvanî" ava bike, lê belê xiyalên wê pêk nehatine. Yegen, destnîşan kir ku piştî Tirkiye fêm kiriye wê negihêje armanca xwe, di sala 2014'an de li gor siyaseta "bila kurd tiştekî jî bi dest nexin" tev geriyaye û got, armanca Tirkiyeyê ew e ku qanûna bingehîn a nû ya Sûriyeyê li gor ruhekî federal an jî xwecihî neyê çêkirin.    MA / Ferhat Çelik