Îtiraza ji bo doza Ayvalitaş: Li Tirkiyeyê edalet tuneye 2019-11-08 09:19:05 STENBOL - Di dema çalakiyên Geziyê de du kesan Mehmet Ayvalitaşê 19 salî kuştibûn. Di doza hat vekirin de her du kesan beraat kir. Parêzerên malbata Ayvalitaş jî ji bo vê biryarê serî li dadgehê dan û îtiraz kirin. Bav Alî Ayvalitaş, got: "Li Tirkiyeyê edalet tuneye."  Di 2'yê Hezîrana 2013'an de ji bo piştgiriya çalakiyên Geziyê, li Taxa 1 Mayis a Umraniyeyê çalakiyeke şermezarkirinê çê hat lidarxistin. Di dema çalakiya şemezarkirinê de wesayîteke taybet bi lez û bez ket nav qelebalixê û pêl li Mehmet Ayvalitaşê 19 salî kir û Ayvalitaş jiyana xwe ji dest da. Li ser vê derbarê Mehmet Gorkem Demîrbaş û Cengîz Aktaş de li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Kartalê doz hat vekirin. Danişîna biryardayînê ya dozê di 21'ê Cotmehê de pêk hat. Dadgehê derbarê her du bersûcan de biryara beraatê da. Parêzerên malbata Ayvalitaş jî ji bo vê biryarê serî li dadgehê dan û îtiraz kirin.    'HEMÛ BÛN YEK'   Bav Alî Ayvalitaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tuneye. Ayvalitaş, diyar kir ku di dema çalakiyên Geziyê de li 71 bajarên Tirkiyeyê gel rabûye ser piyan û got: "Di meha Hezîranê destpêka çalakiyan de li gelek deverên Tirkiyeyê kesên bi neheqî û bêhiqûqîtiyê re rû bi rû mabûn hebûn. Wê demê pêkanînên wekî yên qeyûmên niha hebûn. Wê demê demeke wiha bû ku hêviya civakê ji ciwanan nemabû. Lê belê bi çalakiyên Geziyê re hat dîtin ku ev ne wiha ye. Çi çepgir, çi rastgir, çi elewî, çi tirk û çi kurd hemû bûn yek."    'TÊKOŞÎNEKE DEMOKRATÎK HEBÛ'    Ayvalitaş, da zanîn ku di dema çalakiyan de kurê wî yê mezin tim li Taksîmê bûye û got: "Li Geziyê gel hebûn. Armanc ne rûxandin û tarûmarkirina derdorê bû. Têkoşîneke demokratîk hebû."    Ayvalitaş, destnîşan kir ku delîlên derbarê kuştina kurê wî de hemû li holê ne, lê belê dîsa jî berpirsiyar hatine fihêtkirin û got: "Li Tirkiyeyê edalet tuneye. Belkî rojavayê Tirkiyeyê nizane, lê di van demên dawî de baş hîn bûn. Gava mirov li edalet bigere, wê çaxê fêm dike ku ka edalet heye yan tuneye."    Bav Ayvalitaş, nerazîbûna xwe ya ji bo biryara beraatê jî anî ziman û got: "Min ji dadger re got, 'tu faşîst î, tu xizmeta yekzilamiyê dikî.' Dawiya dawî biryara beraatê da."    PERE TEKLÎFÎ WÎ KIRINE!    Ayvalitaş, derpêş kir ku ji bo dev ji dozê berdin bersûcan di ser hin parlementerên CHP'î de di bin navê "heqê xwînê" pere teklîfî wî kirine û got: "Ma kesekî bêsûc dikare pereyan teklîf bike?"    Bav Ayvalitaş, anî ziman ku li hemberî vê biryarê wan serî li dadgehê daye û îtiraz kirine û ew ê vê dozê heta dawiyê bişopînin.    MA / Mehmet Halit Çetinbaş