Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir! 2017-12-05 09:18:47 MANÎSA - Polîsê bi navê A.V.H. ku di dema avêtina ser malê de dizî kir û dîmenên wî hatin kişandin, xwest ku der barê doza lê hatiye vekirin de biryara "qedexeya weşanê" bê dayîn. Daxwaza polîs hat redkirin.  Li Manîsayê, Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê der barê R.T. de biryara zevtkirinê da bû. Di dema avêtina ser mala R.T. de polîsê bi navê A.V.H. ziynetên li malê û 400 lîre pere dizîn û dema dizî dîmenên wî hatibûn kişandin. Derket holê ku polîsê bi navê A.V.H. yê dizî kir, xwest der barê doza ku lê hatiye vekirin de biryara "qedexeya weşanê" bê dayîn. Piştî ku dîmenên bûyerê di dihaber a bi KHK'ê hat girtin hat weşandin de polîsê bersûc A.V.H. daxwaznameyek da Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 4'emîn a Salihliyê û ji dadgehê xwest der barê dozê de biryara "qedexeya weşanê" bê dayîn.    ‘JI BO RÊ LI BER ANTÎ PROPAGANDAYA LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ BÊ GIRTIN...'    A.V.H. di daxwaznameya xwe de ev tişt gotin: "... Di dosyeya dozê de di rewşa bersûc de me. Bûyera bûye mijara îdianameyê nêzî mehek berê qewimiye. Darizandina bûyera diziyê ya tê îdiakirin li dadgeha we didome. Hin kesên nebaş dixwazin rewşeke siyasî û etnîk li bûyerê zêde bikin. Wek ku bûyer nû qewimîbe serwîsî medyaya civakî û ya nivîskî kirin. Kesên dilxerab û muxalifên Komara Tirkiyeyê û nûnerên qanûnî yên di dosyeyê de; vî sûcê diziyê dikin bahane û bi vî awayî dixwazin Dewleta Komara Tirkiyeyê, teşkîlata me ya polîsan û şexsê min di raya giştî de biçûk bixin û bi riya çapemenî û medyaya civakî antî propagandayê dikin. Ji bo rê li ber van antî propgandayên kesên xerab ên li hemberî şexsê min, teşkîlata emniyetê û Komara Tirkiyeyê bên girtin, dixwazim der barê bûyerê de biryara qedexeya weşanê bê dayîn."    DADGEHÊ GOT 'SERLÊDANEKE XELET E' Û RED KIR    Dadgeha ku li bûyerê dinere, diyare kir ku dê Dadweriya Cezayê Sulhê di warê qedexeya weşanê de biryarê bide û daxwaza A.V.H. ya qedexeya weşanê red kir. Nehat hînbûn ka bersûc A.V.H. serî li Dadweriya Cezayê Sulhê daye yan na.    Her wiha di danişîna 3'yemîn a dozê ku di meha Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 4'emîn a Salihliyê pêk hat de, şahidekî din jî ku bûyer bi çavê dîtiye hat guhdarkirin. Di danişîna ku bersûc A.V.H. tev lê nebû, şahid S.T. hat guhdarîkirin û wiha behsa wê rojê kir: "Roja bûyerê polîsan mala xezûrê min sehî kirin. Dema lêgerîn dihat kirin ez li derve bûm. Piştî lêgerînê em ketin hundur. Dema em ketin hundur me ziynetên xesuya min nedîtin. Paşê tevî komîser em sê carên din jî li wan geriyan. Lê belê me zînet nedîtin. Lê belê bersûc bi panîk bû. Paşê bersûc bi awayekî lez û bez beriya me ket hundur. Bi lez û bez destê xwe xist binî çarşefê û derxist û got 'vaye zêrên we li vir in.'"    Şahid S.T. bersiva pirsa "We berê li bîn çarşefê nerîbû?" da û wiha got: "Dema em li malê li amûran digeriyan, me gelek caran li bin çarşefê nerî. Her wiha bersûc di binî qenepê de jî zînet dîtin. Me li wir jî nerî bû."    Dadgehê biryara guhdarkirina şahidê din K.K. da û doz taloqî 20'ê Kanûnê kir.      MA / Ahmet Kanbal