ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-08 09:00:45 * Welatiyên Amedê, têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurdan diyar kirin ku heta Kurd nebin yek wê herin yek bi yek û xwestin teqez Kongreya Neteweyî pêk bê.    * Cenazeyê rojnameger Vedat Erdemcî yê di êrişa Tirkiyê ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da 28 roj in di destê endamên “SMO’yê” de ye.    * Esnafên Çarşiya Penêrvanan a Wanê, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî kîloya penêrê bisîrik bûye 45 lîreyan û kes nikare bi vî fiyetî bikire.    * Bi hatina zivistanê re sekn ji şêniyên mezrika Orîte ya gundê Kotranîsê re tuneye. Şêniyên gund, gihayên ku havînê dirûtibûn niha dikin ka û dixin xirara. Her wiha gûz, sêv û hirmiyên bi daran ve mane jî jê dikin.    * Çapa ewil a pirtûka "Alîkariya Destpêkê" qediya. Nivîskarê pirtûkê Dr. Erdal Sîpan, ji bo pirtûka xwe got: "Ji bo her malekê alîkariya destpêkê."    * Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Velat Kaya, anî ziman ku pêdiviya civakê ne bi şer bi aştiyê heye û got, ji bo budçeya ji şer re hatiye veqetandin ji bo kedkaran bê veqetandin wê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin.    * Nivîskarên kurd bal kişandin ser zext û qedexeyên li ser kurdî û gotin, gerek gelê kurd zimanê kurdî li navenda jiyana xwe bi cih bike.    * Di dema çalakiyên Geziyê de du kesan Mehmet Ayvalitaşê 19 salî kuştibûn. Di doza hat vekirin de her du kesan beraat kir. Parêzerên malbata Ayvalitaş jî ji bo vê biryarê serî li dadgehê dan û îtiraz kirin. Bav Alî Ayvalitaş, got: "Li Tirkiyeyê edalet tuneye."    * Prof. Dr. Mesût Yegen, anî ziman ku gava şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye, Tirkiyeyê xwestiye li wir "îktîdara îhvanî" ava bike û got, lê belê xeyalên wê pêk nehatine û niha jî li gor siyaseteke ku "bila kur tiştekî jî bi dest nexin" tev digere.    * Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Latif Epozdemir, dê li Lokala Baroya Amedê bi rojnamegeran re bicive. (10.00)   * Baroya Amedê dê ji bo bîranîna Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî di hefteya 201'an de li pêş Edliyeya Amedê "Kursiya Mafên Mirovan a ji bo Tahîr Elçî" ava bike. (13.30)   * Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Koçyigit, de li gel Meclisa HDK'ê ya Edeneyê beşdarî xwarina piştevaniyê bibe. (20.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, dê li avahiya komeleyê têkildarî rewşa girtîgehan raporê aşkere bike. (12.00)