Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin binçavkirin 2019-11-08 08:11:36 WAN - Hevşaredarên HDP'ê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatin binçavkirin.  Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku hevşaredar Azîm Yacan  û Şehzade Kurt di çarçoveya "Lêpirsîna rêxistinê" de hat binçavkirin.   Polîsan piştî hevşaredar binçav kirin, avahiya Şaredariya Rêya Armûşê dorpêç kirin û destûr nadin kes têkevin avahiya şaredariyê.