Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e 2017-12-05 09:16:34 ÊLIH- Parlementerê DEP'ê yê berê Nîzamettîn Togûç ku bû Hevserokê HDP a Êlihê wiha got: "Pirsgirêka kurd ne bi şer, wê tenê bi aştî û diyalogê bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bên."  Parlementerê DEP'ê yê berê Nîzamettîn Togûç ku bû Hevserokê HDP a Êlihê, anî ziman ku wê rêveberiya wan bibe bersiva vê pêvajoya zor û zehmet a gelê Êlihê pê re rû bi rû maye. Tûgûç, diyar kir ku wê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah ocalan rojeva wan a sereke be û wiha axivî: "Ez tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tê sepandin şermezar dikim. Tecrîd li hemberî mirovahiyê sûc e. Bi salan e hevdîtina bi parêzer û malbatan re tê astengkriin. Beriya her tiştî ev sûc e. Bêdengiya saziyên navnetewî nayê qebûlkirin."    ‘DIVÊ OCALAN BI HER AWAYÎ AZAD BE'    Togûç, dest nîşan kir hevdîtina bi Ocalan re ne bes e û wiha got: "Divê bi her awayî azad be. Çimkî Rêberê Gelê Kurd mîmarê aştiyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan di heman demê de tê wateya tecrîdkirina aştiyê jî. Hêvîdar im hikûmeta tirk rojek berî rojekê vegere pêvajoyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinan çê bike. Pirsgirêka kurd ne bi şer, wê tenê bi aştî û diyalogê bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bên."    ‘BÊYÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DEMOKRATÎKBÛYÎN NEPÊKAN E'    Togûç diyar kir ku prigirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha axivî: "Ev pirsgirêk îro di qada navnetewî de bandorê li Tirkiyeyê dike. Zêdebûna dowîzê jî têkildarî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Di bingeha nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, wê hem di warê aborî hem di warê siyasî hem jî di warê leşkerî de li Tirkiyeyê rojên xweş û aram zêde bibin."