Macran NATO rexne kir: Mirina mejî pêk tê 2019-11-07 14:58:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê nîşan da û got: “Dinava endamên NATO’yê de, bêkoordînetî heye û mirina mejî pê tê.”    Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, di roportaja da komara Ecomonîst de, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan û got: “Mirina mejiyê NATO’yê pêk tê.”   Macron, di roportaja da de wiha got: “Tişta ku niha em dijîn, mirina mejiyê NATO’yê ye. Sedema vê yekê jî kêmasiya koordînayonê ya di navbera DYA û Ewropayê deye.”   ‘ÇALAKIYÊN ÊRÎŞKAR ÊN TIRKIYEYÊ HENE’   Macron, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û wiha got: “Di dema pêvajoya biryar girtinekê de, tim koordinasyona dinava DYA û Ewropa de tuneye. Îro berjewendiyên em dibin talokê dene. Tirkiyeya ku mitefikê NATO’yê ye, çalakiyên êrîşkar ên bêkoorîne  pêk tîne.”