SYKP’ê wê konferansa ‘Ekolojiya Polîtîk’ lidar bixe 2019-11-07 13:37:58   STENBOL - SYKP’ê, di navbera 9 û 10’ê Mijdarê de, wê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a li Şîşliyê konferansa “Ekolojiya Polîtîk” li dar bixe.     Partiya Avakirina Jinûve Sosyalît (SYKP), wê di navbera 9 û 10’ê Mijdarê de, li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a li Şîşliyê konferansa “Ekolojiya Polîtîk” li dar bixe. Konferans wê her du rojan jî saet 09.30’an dest pê bike û heya saetên şevê dewa bike. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê ji Yûnanîstan, Elmaya, Lubnan, Fransa û gelek welatên din beşdarî konferansê bibin.  Di rûniştina dest pê kê ya konferansê de mijara “Ji Talana Hebûnên Xwezayî re Êdî Bese” bê nîqaşkirin. Di rûniştina duyemîn de wê mijara “Ne Avhewayê, Pergalê Biguherîne” û  di rûniştina sêyemîn de jî mijara “Wê Robarên me Azad Bi Herikin” bên nîqaşkirin. Di roja duyemîn de jî, wê “Ev Hê Destpêke, Emê Têkoşîna xwe Dewam Bikin” û “Asta Civakî û Çînî ya Têkoşîna Ekolojiyê” bên nîqaş kirin. Di dawiyê de jî wê encamnameya konferansê ji raya giştî re bê aşkere kirin.      Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr derbarê konferansê de axivî û wiha got: “Çi li Tirkiyê û çi jî li cîhanê krîza ekolojîk pir zêde bûye. Em dixwazin li dijî vê têkoşîna xwe mezin û berfireh bikin.”   Ugur di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya konferansê û bang tevlîbûnê li raya giştî kir.