Tirkiye êrîş dike Rûsya û DYA temaşe dike 2019-11-07 13:21:16 GIRÊ SPÎ - Tirkiye ji bo Rêya Bejayî ya M4 têxe bin kontrola xwe bi tang, top û çekên giran êrîşên xwe berdewam dike. Rûsya û DYA li gel ku bi Tirkiyeyê de mutabakat îmze kirin jî dîsa li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê bêdeng dimînin û temaşe dikin.  Serokê DYA'yê Donald Trump bi biryara ‘Vekişînê" destûr da ku Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Piştî Tirkiye êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hevsengiyên li herêmê hatin guhertin. DYA hêzên xwe ji herêma Serêkaniyê û Girê Spî vekişand û Tirkiyeyê di 09'ê Cotmehê de bi fermana Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bi tang, top, balafir û fuzeyan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Tirkiye bi TSK'ê û OSO(SMO), bi tang, top, fuze û balafirên şer êrîş kirin û her çend agirbest piştî 17'ê Cotmehê hat îlankirin jî êrîşên Tirkiye yên li Serêkaniyê û Girê Spî didomin. Hat diyar kirin ku êrîşa Tirkiye bi destûra Rusya û DYA hatiye dayîn. Ji ber ku DYA seha hewa ji Tirkiye re vekirî hişt û hêza xwe vekişand, Tiriye hem êrîşa hewayî û hem êrîşa bejayî pêk anî. Dîsa pitî Tirikye berê xwe da Rûsya derket holê ku destûra Rûsya jî di vê êrîşê de heye.    Piştî Rûsya û DYA êrîş erê kirin Tirkiye bi hêza TSK û OSO(SMO) li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşan kir. Bêyî ku li gorî pîvanên şer tev bigerin ketober êrîş kirin. Hem êrîşî şervanên QSD'ê kirin û hem jî êrîşî sivîlan kirin. Di êrîşan de herî zêde sivîl hatin kuştin. Hêsên Sûriyeya Demokratik (QSD) berxwedanek pir mezin nîşan da. QSD'ê li seranserî sînor li ber xwe da û bersîvên tund da TSK û OSO/MSO. TSK-OSO(MSO) di êrîşan de çekêm kimyewî û fosfor bikar anîn û bedena mirovan bi fosforê şewitandin, gelê cîhanê bertek nişan da û Tirkiye wekî sûcdarê şer pênase kirin.    Êrîşên Tirkiyeyê berdewam dikin. Tirkiye hewl dide ku reya M4 derbas bike û êrîşan berdewam dike. Li gel ku DYA li Enqere û Rûsya li Socî mutabakat îmze kirin ji dîsa êrîşên Tirkiyeyê temaşe dikin. Bi taybetî êrîşên li dijî herêma Girê Spî temaşedikin. Li herêma Girê Spî di navbera TSK/OSO û QSD'ê de şerê dijwar pêş dikeve. Ji ber ku komên paramîlîter ên nikarin hêza QSD'ê derbas bikin, vê carê Balafirên şer ên TSK'ê û balafirên keşifê li herêmê digerin û herêmê bombe dikin. Balafirên şer ên TSK'ê û SÎHA yên TSK'e şevê din çoltara herêma Eyn îsa û Girê Spî bombe kirin. Êrîşên hewayî yên TSK'ê li herêmê berdewam dikin. OSO û TSK li ser 3 nokteyên Rêya Bejayi ya M4'an êrîşên xwe zêde kirine û êrîşan berdewam dikin. Rêya diçe Kobanê, Rêya diçe Ebû Sira, Rêya Şergirakê û Cizirê ya diçe Reqqa û qada Qenteriyê  bombe dikin.    Li gel ku DYA û Rûsya peyman îmze kiribûn jî dîsa êrîşên Tirkiyeyê temaşe dikin. Li aliyê din eskerên Rejîma Sûriyeyê jî ji qadê dûr disekinin.      MA / Nazim Daştan