Li Girtîgeha Denîzliyê 41 pirtûk hatin qedexekirin 2019-11-07 12:58:28   DENÎZLÎ – Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê 41 pirtûkên li pirtûkxaneyê bi hênceta “neguncan in" ji qeydan derxist.    Rêveberiya Gîrtîgeha Tîpa T a Denîzliyê serî li biryarek sosret da. Girtîgehê 41 pirtûkên nivîskarên cuda yên li pirtûkxaneyê hebûn bi hênceta “neguncan in” ji qeydên pirtûkxaneyê derxist. Girtiyan têkildarî binpêkirina mafên ew dijîn name şandin diyar kirin ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve gelek binpêkirinên mafan ên kêfî0 pêk tên û dest daniye ser radyoyên wan jî.    Girtiyan destnîşan kir ku gardiyan bi awayek kêfî dikevin qawîşan û gotin: “Gardiyan li pey provokasyonê ne. Em bi hewldanên provokasyonê re rû bi rû mane. Rojname û pirtûkan nadin me. Tenê hin daxwazên me ji aliyê rêveberiyê ve tên qebûlkirin. 41 pirtûkên nivîskarên cuda ku li pirtûkxaneya girtîgehê qeyd kirîne bi hênceta ‘neuncan in’ ji qeydên pirtûkxaneyê derxist. Em van pirtûkan dixwazin jî lê qedexe kirine.”    Girtiyan navê pirtûkên ji qeydê hatin derxistin wiha rêz kirin: “Aeden, Fİ, Çİ, Pİ, Kırk Yaş û Kayna, A Z, Saplantı, 24 Saat, Beklenti , Yoldaki Kiz, Kadnlar, Ekmek Arasi, Onbîr Dakîka, Azil, Pîç, Ziyan, Zargana, Malafa, Yemîn, Nefretten Sonra, Senî Sevmez Îstemedîm, Îkî Renk Aşk, Îkî Mukemmel Hata, Yalniz Gozlerîn Îçîn, Damizlik Kizin Oykusu, Îkî Yabanci Olmadan Once, Karmakarişik, Evlî Barkli, Darmadaginik, Siki Fiki, Mahrem, Zor Kadin, Sig Sularda Kaybolan, Kalbîmîzîn Not Defterî, Tutkun, Benî Birakma, Buz Sokagi, Kusursuz Plan, Şahane Gelîn, Sîvîl Darbe, Senden Başka Yok.”