Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serlêdan kirin 2019-11-07 11:55:08   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Hevdîtina herî dawî ya bi Ocalan re di 7’ê Tebaxê de  pêk hat.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Nevroz Uysal, Faik Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kirin.   Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.