‘Tirk, li hemberî kurdan bi nefretê hatine tijekirin' 2019-11-07 09:12:56 AMED – Derûnas Eser Karayel, bi bîr xist ku şer dibin sedema texrîbatên kûr û dijwar û got: "Tirk, bi nefreta ji bo kurdan hatin tijekirin. Ev nefret mezin bûye. Pêvajoyên şerî jî vê yekê tim mezin dikin. Her ku çapemenî di ser vê yekê re tev digere dilsojiya wê zêdetir dibe."  Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heta niha 22 jê zarok 235 sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi sedan sivîl birîndar bûne û nêzî 300 hezar kes jî ji bêgavî koçber bûne. Her çend agirbest hatibin ragihandin û peyman hatibin çêkirin, dîsa jî êrîş didomin. Derûnas Eser Karayel, bal kişand ser tesîra pêvajoyên şerî ya li ser derûniya mirovan.    Karayel, destnîşan kir ku wê operasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiştekî hel neke û got: "Dîmeneke nebaş e. Ne mumkun e ku derûnasek bi başî li vê dîmenê mêze bike. Gava şer, çek û operasyon têkevin dewrê ew tê wateya ku 'neyta min î ku tiştekî çareser bikim' tuneye. Mixabin niha tişta ku Rojavayê Kurdistanê pê re rû bi rû maye ev e."    ‘ŞER DIBE SEDEMA BANDORÊN DIJSOJ'    Karayel, anî ziman ku şer li ser mirovan dibin sedema bandorên dilsoj ên kûr û got, şer lêgerîna ji bo jiyaneke hîn baştir xirab dike û ligel pirsgirêkên derûnî neçareserkirin, rûxandin û tunebûnê ferz dike.    ‘ÊN LI DIJÎ ŞER HENE LÊ...'    Karayel, anî ziman ku civaka tirk xwedî bîbiriyeke ku "dewlet çi bibêje rast e, divê piştgirî bê dayîn û em bidin dû wê." Karayel, diyar kir ku helbet di civaka tirk de kesên li dijî şer hene û got: "Lê hejmara wan pir kêm e. Ew nefret û hêrsa li hemberî gelê kurd hemûyan dide ber xwe û wan paqij dike."    Karayel, anî ziman ku kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, xizmên kurdên li Tirkiyeyê ne û got: "Li wir rûxandin pêk tê. Mirov bi pirsgirêkên giran ên derûnî re rû bi rû dimînin. Çekên ku nayê zanîn çi di wan de hene tesîrê li zarokan dikin. Di hemû şeran de wisa ye. Li Bakurê Kurdistanê jî pêk hat. Piştî şer diqede jî pirsgirêkên derûnî didomin. Texrîbata çê dibe bi dehan salan didome. Ev hemû tesîrê li ser derûniya civakê jî dikin."    Karayel, diyar kir ku hîn jî Komara Tirkiyeyê bi çavekî talûkebûnê li kurdan mêze dike û got: "Mesela, ew zilamê extiyar (ekrem Yaşli). Sirf ji ber bi kurdî xeber daye êrîşî wî kirine. Wisa nêz dibin, 'Ev kurd e, zimanê wî heye. Hîn dev ji zimanê xwe bernedaye. Wê dewleta me xera bike, wê zirarê bide me.' Biramin, civaka tirk bi çavê talûkebûnê li extiyarekî dine. Ev rewş di dema şer, pevçûn û operasyonan de zêdetir dibe. Di rojên normal de kes ranebe li zilamekî extiyar nade."    Karayel, destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera civaka kurd û tirkan de bi awayine din pêkan e û got: "Kurd bi hêrs in, lê nefreta wan tuneye. Lê tirk li hemberî kurdan bi nefretê hatine tijekirin. Ev nefret mezin dibe. Di pêvajoyên şerî de zêdetir dibe. Her ku çapemenî di ser vê yekê re tev digere dilsojiya wê zêdetir dibe. Di navbera kurd û tirkan de pirsgirêk hene, lê tu gel dest navêjin paxila hev du. Bi rêyine cuda çareser dikin. Ji bo çareserkirinê gelek alternatîf hene. Lê belê li Tirkiyeyê qadên nîqaşkirinê hatine girtin. Ê serê vê dikişîne jî çapemeniya tirk e. Heger dewlet, akademî û çapemenî wisa dewam bikin wê rewşeke xirabtir rû bide."    MA / Aydin Atay