‘Ji bo em ji gund derkevin rê girtin' 2019-11-07 09:12:12 ÊLIH - Rêya gundê Şikeftan, Zaxora û Zêriyê yên Heskîfê ku dê di bin avê de bimînin, ji çûnhatinê re hat girtin. Gundiyan, destnîşan kir ku sirf ji bo wan bi zorê bibin li cihê nû bi cih bikin ev yek hatiye kirin.  Ji ber Bendava Ilisûyê rêya 54 salan ku di navbera gundan û Heskîfê de ye ji çûnhatinê re hat girtin. Piştî rê hat girtin çûnhatina welatiyên gundê Şikeftan, Zaxora û Zêriyê ji Heskîfê qut bû. Gundiyên hatine mexdûrkirin xwestin rê bê vekirin.    HETA RÊYA MEZIN DIMEŞIN    Heta ku rê nehatibû girtin şêniyên gundê Zêriyê bi wesayîtan diçûn Heskîf, Midyad û navçe û bajarên din. Lê piştî rê hat girtin, gundî mecbûr dimînin heta rêya mezin 3 kîlometreyan bimelin an jî bi wesayîtan biçin. Şêniyê gundê Zêriyê Azadîn Atmaca, anî ziman ku walîtiye ew mexdûr kirine û got: "Car heye em dimeşin car heye jî em bi keran diçin heta rêya mezin. Kesên wesayîtên wan hene jî mecbûr dimînin di vê rêya bi kevir û xera be de diçin. Pêşî diçin Heskîfê, paşê jî diçin ser rêya mezin. Ma ev ne eziyet e? Amanc ew e ku rojek berî rojekê me ji gund derxînin. Em jî nizanin em ê bi ku ve biçin."    'HER KES NIKARE XANÎ ÇÊ BIKE'    Her wiha ji xeynî meseleya rê, malên gundiyan jî tunene û tê gotin wê çend roj şûnde ceryana wan jî bê qutkirin. Lokman Yildiz, got: "Li gund zêdetirî hezarî heywan û dewar hene. Axurê her kesî hene. Lê niha Îdareya Taybet a Bajêr rabûye dibêje li cihê nû hûn nikarin li gor her kesî xaniyan çê bikin. Li gund perê her kesî tuneye ku xaniyan çê bike. Hin jê wê niha çê bikin, hin jê jî Xwedê zane kengî. Heger em werin vira jî em ê çawa debara xwe bikin. erdên me, dar û berên me wê di bin avê de bimînin."    'BI ZORÊ GUNDÊ ME JI DEST ME GIRTIN'    Şêniyê gundê Zaxorayê Îbrahîm Yildiz jî got: "Tim ji me re dibêjin ji gund derkevin. Em ê biçin kuderê? Ne xaniyê me heye ne jî rêya me. Bi zorê gundên me ji me stendin. Bi ser de jî dixwazin em rojek berî rojekê derkevin."    MA/ Metin Yoksu