Egîtîm Sen: Divê YOK bê rakirin 2019-11-06 16:27:15   ENQERE - Egîtîm Sen'ê têkildarî roja damezrandina saziya darbeyê YOK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo zanîngehên Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertinên bingehîn heye û weke gava destpêkê dikare YOK bê rakirin.    Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Eğitim Sen), têkildarî salvegera 38'emîn damezrandina Saziya Hînkariya Bilind (YOK) daxuyaniyeke nivîskar da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku YOK'a ji saliyê darbekaran ve hatiye damezrandin, ji roja ku hatiye damezrandin heta niha ji aliyê her desthilata siyasî ve ji bo terbiyekirina zanîngehan weke amûra bingehîn hatiye bikaranîn û ev tişt hat gotin: "Zanîngeh tu demê neketin rewşa niha. Li zanîngeh û akademiyan êdî ne pêkan e ku qala rexne û ramana azad bê kirin. Divê ku zihniyeta ku akademîsyen, personelên teknîk û rêveberiyê ji kar dûr dixe, derbarê wan de kampanyayê nefretê li dar dixe û wan dişîne girtîgehan ji holê bê rakirin. Ji bo zanîngehên Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertinên bingehîn heye û weke gava destpêkê dikare YOK bê rakirin."