Leyla Guven: Çareserî li Îmraliyê ye divê deriyê Îmraliyê vebe 2019-11-06 15:38:36 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî 200 rojan ku hevdîtin pêk hat û şûnde dawî li çalakiyê anî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê dewlet deriyê Îmraliyê veke." Dema tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran bû ji bo tecrîd bi dawî bibe û pêvajoya  berxwedana li zindanan û derve dest pê bike, Leyla Guven dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê daxuyanî da, hat binçavkirin û piştî binçavkirina 11 rojan di 31'ê Çileya 2018’an de hat girtin. Guven piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di danişîna 3'emîn de bi rêya SEGBÎS'ê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îfade da û biryar da ku dê dest bi greva birçîbûnê bike û di 8'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Dema Guven dest bi çalakiyê kir, daxwazên "Çareseriya pirsgirêka Kurd a rêya demokratîk û ji bo vê yekê jî Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan" anî ziman. Guven xwest tecrîda mutlaq bi dawî bibe û Ocalan bi her awayî azad bibe.    Guven piştî di 8'ê mijdarê de dest bi grevê kir, bi tevlêbûma parlamenterên HDP'ê li Wan, Colemêrg Edeneyê di 17'ê mijdarê de rojekê çalakiya greva birçîbunê dest pê bikin û piştgirî dan Leyla Guven. Piştî Guven dest bi çalakiya grevê kir, hem li girtîgehan û hem li derve ev pêla greva birçîbûnê her ku çû belav bû. Piştî Guven Endamê HDP'ê yê Hewlerê Nasir Yagiz, li Herêma Kurdistana Federe li bajarê Hewlêrê dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir. Li Gallerê Îmam Şîş, li Strasburgê 14 siyasetmedar û pêşengê Kurd dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di 16'ê kanûna 2018’an de komek girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Piştre greva birçîbûnê li girtîgehan pêl bi pêl belav bû û di 1'ê Adarê û şûnde li hemû girtîgehan 3 hezar û 500 girtiyên siyasî dest bi gervê kirin.    Li Devre çalakiyên grevê belav bûn. Hem li derve û hem li hundir çalakiyên greva birçîbûnê zêde bûn. Malbatan li kolanan û li pêş deriyên girtigehan dest bi nobetê kirin. Piştî çalakgeran bi israr çalakiya grerava birçîbûnê dest pê kir, rayedarên dewletê di 2'ê Gulanê de parêzer şandin Îmraliyê. Dewletê heri dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de destûr dabû ku heyet biçin Îmraliyê. Ji wê rojê û şûnde  destûr nedan ku heyet biçin îmraliyê. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan piştî 50 siyasetmedarên Kurd di 6'ê Îlona 2006'an de ketin greva birçîbûnê dewletê di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan, şand Îmraliyê. Wê demê Ocalan diyar kiribû ku ger dewlet gavan bavêje dikare di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bike. Piştî greva birçîbûnê dest pê kir, dewletê di 12 Çileya 2019'an de dîsa Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê. Dewlet û hikûmeta AKP'ê xwest bi vê hevdîtinê girtî dawî li grevê bînin. Lê Guven dawî li çalakiyê neanî û di 25'ê Çileya 2019'an de Guven serbest berdan. Guven ku 79 rojan li girtîgehê di grevê de ma, li mala xwe çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Piştî Guven hat berdan gelek siyasetmedar, rewşenbir, hunermend û akademîsyenên ji Tirkiye û cîhanê hatin Guven li mala wê ziyaret kirin û piştgirî dan Guven. Pişti Guven hat berdan her roj girsê mala Guven ziyaret kirin. Li aliyê din posîna dora mala Guven dorpêç kir û destûr nedan kes biçim mala wê. Gelek girtiyên ku ketibûn grevê piştî hatin berdan li malê çalakiyên xwe berdewam kirin. Parlamentera HDP'ê Dersim Dag di 3'ê Adarê de Tayip Temel û Murat Sarisaç di 8'ê Adarê de dest bi grevê kirin. 30 girtiyên ku dest bi gervê kiribûn ji 30'ê Nîsanê û 10'ê Gulanê û şûnde dest bi rojiya mirinê kirin.    DAYIKÊN LAÇIKSPÎ DAKETIN KOLANAN Û DEST BI ÇALAKIYAN KIRIN   Piştî hêjmara çalakgeran zêde bû û tecrîdê dîsa berdewam kir, malbatên girtiyan jî derketin kolanan. Dayikên girtiyan laçikên spî danîn serê xwe û ketin kolanan. Dest bi çalakiya "Dayikên Laçik Spi" kirin. Gelek caran polîsan bi awayekî dijwar mudaxaleyî dayikan kir.    8 ÇALAKGERÊN TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN Û JIYANA XWE JI DEST DAN    Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.     Piştî çalakiyan berdewam kir  Parêzerên Ocalan di 2'ê Gulana 2019'an de yekem car çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin kirin. Li gel ku wê demê  Ocalan xwest dest ji çalakiyê berdin jî disa girtiyan di çalakiyê de israr kir û xwest bi temamî tecrîd bi dawî bibe. Parêzer di 22'ê Gulanê de dîsa çûn Îmraliyê û dîsa hevdîtin pêk anîn.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê li Otela Titanic Downtown a Beyoglu daxuyaniyê dan. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut li Otela Titanic Downtown a Beyoglu civîna çapemeniyê li dar xistin û têkildarî çalakiya rojiya mirinê û grevên birçîbûnê peyama Oclana parve kirin.  Newroz Uysal piştre peyama Ocalan a der barê rojiya mirinê û çalakiyên greva birçîbûnê de xwend.  Peyama Ocalan wiha ye:    "Hevrêyên Rêzdar, di serî de hevalên ku bedena xwe dane ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê û hevan din, di çarçoveya ku du parêzerên min bi berfirehî agahiyan bide ez li bendê me ku hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Ez bi rehedî dikarim bêjim meqseda we ji bo min diyar e. Ez spasî û hezkirinên xwe yên herî kûr pêşkeşî we dikim. Ya girîng, ez hevî dikim û li bendê me ku ji niha û şûnde hûn bi awayekî têr û vînek xurt hevkariyê bi min re bikin. Bi silav û hezkirinên min ên ebedî. 22 Gulan 2019, Girtîgeha Îmrali. Abdullah OCALAN!"   Li ser banga Ocalan Leyla Guven di roja 200'an de di 26'ê Gulanê de dawî li çalakiyê anî.    Guven, bi minasebeta salvegera çalakiya Gireva birçîbûnê nirxandin kir u wiha got: "Wê demê hemû kesên xwedî gotin bin ji aliyê siyaseta AKP'e ve hatin kîlîtkirin. Di wê demê de ez hatim girtin. Piştî ez hatim girtin û 5 mehan lêhûrbûnê min biryar da ku di salvegera 14'ê Tîrmeha 1982'an a Zindana Amedê dest bi grevê bikim. Lê wê demê şert û merc nebûn. Lê wê demê ji ber  bi kelepçe xwestin min bibin danişînê beşdar nebûm. Piştî lêhûrbûnek zêde min ev biryar stend.  Di danişînê de min ev biryar bi heyeta dadgehê re parve kir û dest pê kir.    MIN XWEST BIBIM RÊ'    Guven da zanîn ku wê ji ber dibe bi îtîrazan re rû bi rû bimîne re biryara çalakiya xwe ji kesî re negotiye û roja çalakiya xwe ragihand wiha vegot:    "Ji ber wê min bi tenê vê biryarê da. Min dizanibû dê min bêkelemçe bibin dadgehê. Ji ber wê min daxwazname nivîsand. Min ji dadgehê re got heke SEGBÎS be jî dixwazim tev li bibim. Çimkî min dixwest vê çalakiya xwe ragihînim. Armanca çûyîna min a dadgehê ev bû. Eskeran keçemçeyê li min ferz kir. Min red kir. Min nedibirin. Ez jî derketin SEGBÎS’ê. Roja 7’ê Mijdarê bû û min wê çalakiya xwe ragihand. Dadger çend caran mudaxeleyî parastina min kir. Min got bisekine ez rastiyê dibêjim. Ji xwe sedem girtina min û bi hezaran hevalên min jî vegotina rastî û heqîqetê ye. Min got tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Min got ez wek kurdek û hevseroka KCD’ê tecrîdê qebûl nakim û min li dijî vê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Min got heta roja îro me ya îro me aştiyê pêk neanî ji Dayikên Aştiyê lêborînê dixwazim û min wê pêvajoyê da destpêkirin. Ew çalakiyek ji bo min jêveneger bû. Şertên ez têde bûm û rastiya zîndana Amedê çalakiyê l imin ferz kir. Divê min tiştek bikira. Min dixwest ez rêyek bijêrim û derkevim rê. Tabî dema ez derketim rê ez bi tenê bûm. Pişt re jixwe hûn dizanin.”    'RAKIRINA TECRÎDÊ DAXWAZA MILYONAN E'    Guven anî ziman ku rakirina tecrîdkirian Ocalan daxwaza bi milyonan kurd e û got: “Bi rastî jî ev di demek kin de bû daxwaza milyonan. Yanî atmosferek bi ezamet hebû. Rastiya zîndanan her tim rola xwe leyîstiye. Qadek her serdem mohra xwe li lê dide ye. Zîndanan li dijî her xetimandina siyasetê dengê xwe bilind kiriye. Astengî hatin rakirin. Yanî serdema greva birçîbûnê ya 2012’an jî wisa bû. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya salên 80’î jî wisa bû.”    ‘LI HEMBER ÎRADEYA ME MATMAYÎ MAN'    Guven da zanîn ku piştî roja 38’emîn a çalakiya wê li girtîgehê komên ewil dest bi greva birçîbûnê kirin û her ku çû hejmar bû bi hezaran û ji rayedarên girtîgehan bigire heta rayedarên dewletê li hember vê hejmarê û xwedî derketinê û îradeyê matmayî man. Guven got wan bi çalakiya xwe carek din nîşan da ku Ocalan aktorek sereke yê çareseriyê ye.    'XWESTIN PEŞKÊ LI BERXWEDANA ME BIXIN LÊ BI SER NEKETIN'    Guven diyar kir ku bi şandina Mehmet Ocalan a cem Ocalan a di 12’ê çileya 2019’an de daxwaza dewletê bû ku peşkê li çalakiya wan bixe. Guven got dewlet li dijî berxwedana wan di vê polîtîkaya xwe de jî bi ser neket. Guven got dewletê dixwest peşkê li çalakiya wan bixe lê sekna wan hemû planên wan têk bir.  Guven anî ziman ku dewletê xwest bi berdana wê ya ji girtîgehê berxwedana wê û hevrêyên wê bişkêne û lê çi kirin û nekirin min dest ji berxwedana xwe berneda û got: “Divê heta kêliya dawiyê min li ber xwe bida û me li ber xwe da jî.”    'KEZEBA MIN 8 CARAN PARÇEWESLE BÛ'    Guven diyar kir ku ji her tiştê wê pêş didît diçû ber bi xalek din ve û wiha got: “Min dixwest ez bi tenê bimeşînim. Lê wisa nebû. Gelek kes beşdar bûn. Min digot bêyî tu kes ji tiştekî bibe divê ez vê çalakiyê bi ser bixînim û dawî bikim. Lê ya didoya jî wisa nebû. Kezeba min heyşt neh caran parçewesle bû. Çimkî hevalên me adeta ji bo em nemirin canê xwe dan ber mirinê. Ji bo pêşî li mirina me bigirin van çalakiyan li dar xistin. Bêmirin bûn. Ez li ber bîranîn û çalakiyên wan bejna xwe ditewînim.”    'MAFDARIYA ME DERKET HOLÊ'   Guven diyar kir ku bi çalakiya wan mafdariya wan derketiye holê û wiha got: "Niha bi awayekî qanûnî qedexe tuneye. Lewre niha qedexeya parêzeran di fermiyetê de hatiye rakirin. Ev yek ji Buroya Sedsalê re jî hatiye ragihandin. Qedexeya niha fermî ye. Berê qanûnek hatibûy derxistin. Li gel ku ne qedexe ye jî bi awayekî fîîlî asteng dikin. Ev ne rewşeke ku bê berdewamkirine. Ev ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn divê ji holê bê rakirin. Divê bi awayekî lezgînî Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Di vê pêvajoya ku li hundir û derveyî Tirkiye ewqas pirsgirêkên micid hene, heke bi Ocalan re hevdîtin bên kirin dê daxuyaniyên gelek girîng bide û geşedanên gelek girîng pêk bên."   'MEKANÎKA DARBEYÊ DIDOME'   Di berdewamê de Guven bal kişand ser dîroka destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî mijarê ev tişt got: "Tirkiye di salên dawîn de êrîşî hestyariyên kurdan dike. Di 9'ê Cotmehê de êrîşê Rojava kirin. Rojên taybet tên hilbijartin û pê re mudaxale tê kirin. Her yek ji darbeyeke. Niha mekanîka darbeyê bi vî awayî tê birêvebirin. Birêz Ocalan ji rayedarên tirk re gotibû, 'Heke hûn Pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser nekin dê mekanîkên cûda bikevin dewrê. Ev mekanîzma ji Pirsgirêka Kurd xwedî dibin. Em Pirsgirêka Kurd çareser bikin da ku ev mekanîk ji dewrê derin'. Kesên ku vê yekê pêkanîn nanîn di bûyerên ku paşê qewimîn de vê yekê dîtin. Lê hê jî bi dawî nebûye. Li gel vê yekê jî bi êrîşa lim dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan Ocalan. Ev yek jî ji hêla hemû Cîhanê ve bi awayekî neyînî hat pêşwazîkirin. Lê Birêz Ocalan pêşiyê hişyar kiribû ku neyê kirin. Lê li gel vê yekê jî berxwedanek heye. Ez ne bawerim ku ev berxwedan a bi awayekî yekûn a dewletê ye."   'PERSPEKTÎFA OCALAN DIKEVE MERIYETÊ'   Guven destnîşan kir ku di nav dewletê de 2 blok hene û ev tişt anî ziman: "Blokek difikire ku çareserî û diyalogê bidomîne, li aliyê din blokek jî 'plana têkbirinê' diparêze. Niha dewlet bûye AKP û AKP jî bûye dewlet. Rêya ji holê rakirina vê yekê pêşî vekirina deriyên Îmraliyê ye. Hemû netew dewlet hatine asta derbasbûnê. Li Rojava pergalek dmeokratîk tê pêşxistin. Birêz Ocalan gotibû ku rastiya Rojhilata Navîn cûda ye û yekperestî nabe. Ev mijar niha li ber çavê herkesî ye. Ev rastiyeke. Perspektîfa ku Birêz Ocalan beriya çend salan pêşxist dikeve meriyetê. Ev ji bo kesî ne gef e. Tirkiye ji holê ranabe. Kesî/ê ku dixwaze Tirkiyeyê dabeş bike tuneye. Kesên ku felsefe û hînkirinên Birêz Ocalan bixwîne dizane ku bi qasî Birêz Ocalan tu kes yekparebûna welat naxwaze. Heta ku zimanê me bigire em pêkanbûna demokratîkbûna Tirkiyeyê bînin ziman. Lewre ev rastiyeke."   'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE LI HER DERÊ BIDOMÎNİN'    Di dawiya axaftina xwe de Guven da zanîn ku di rêya ku di 8'ê Mijdarê de derketine ser de xwe gihandin bi hezaran kesî û axaftin xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Li gel hemû êşan, hemû Cîhanê dît ku kurd Birêz Ocalan ji xwe re weke serokê dibînin. Har piştrastkirin ku ji bo azadiyê bi hezaran kesên ku têdikoşin û ji bo vê yekê canê xwe datînin holê hene. Rihê 14'ê Tîrmehê zindî ye. Ev careke din hat dîtin. Hat dîtin ku Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û bi dehan kes ji bo pergaleke demokratîk û çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd amade ne ku canê xwe feda bikin. Dayikên Laçik Spî, di pêvajoya ku ji tirsa kes nikaribû serê xwe derxe, bi sekna xwe rast heta dawiyê li cem ewledên xwe rastiyê qiriyan. Ez bejna xwe li ber xwedîderkertina wan ditewînim. Di serî de ji bo Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û hemû gelên Tirkiyeyê pêkane ku pêşerojeke xweş bê pêşkêşkirin. Em ê ji bo çareserkirina demokratîk a Pirsgirêka Kurd li her qadê têkoşîna xwe bidomînin."   MA / Mehmet Şah Orûç