Li Qoserê şermezarkirina qeyûm: Karmendê hatiye tayînkirin ne meşrû ye 2019-11-06 14:00:52   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay di çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Qoserê de diyar kir ku li cihê ku hilbijartî hebe bi tu rengî meşrûyeta karmandê ku hatiye tayînkirin tuneye.     Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Qoserê îro jî berdewam kirin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay û Hevşaredar Nilufer Elîk Yilmaz jî di nav de gelek kes li Qada Azadiyê hatin gel hev û xwestin daxuyaniyek bidin. Lê polisên ku qadê dorpêç kirin, qedexeya Walîtiya Mêrdînê hincet nîşan dan û destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn.    Li ser vê yekê daxuyanî li ber Avahiya HDP'ê ya Navçeyê hatin dayîn.    'MEŞRÛYETA QEYÛM TUNEYE'   Parlamenter Gunay bertek nîşanî qedexeya Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku di heman demê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ye da û ev tişt got: "Hewl didin dengê heqîqetê bitepisînin. Dixwazin rastiyan veşêrin. Çiqas êrîşî partiya me dikin bila bikin, em tiptîk li ser pêya ne. Em ê newestin û têkoşîna xwe berdewam bikin." Gunay destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm nehatiye ragihandin û biryarên ku neyên ragihandin bê hikm in. Ragihandin qeyûm bê kirin jî bê hikm e. Ne meşrû ye. Karmendekî hatiye tayîkirine. Li cihê ku hilbijartî hene bi tu rengî karmendê hatiye tayînkirin ne meşrû ye."