Hevserokên HDP'a Stenbolê: Em ê ji bo welatek demokratîk têbikoşin 2019-11-06 12:59:15   STENBOL - Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci ku hê nû ji bo hevserokatiya Stenbolê hatin hilbijartin, diyar kirin ku di demên dawîn de êrîşên li ser partiya wan derketine asta herî jor û ev tişt got: "Ji bo definandina êrîşan û demokratîkbûna welat tişta ji destê me were em ê bikin."   Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, di 3'ê Mijdarê de 3'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de ji bo hevserokatiya bajar Elîf Bûlût û Erdal Avci hatin hilbijartin. Bûlût û Avci têkildarî polîtîkayên ku dê li Stenbolê bimeşînin û siyaseta hundir û derve ya Tirkiyeyê nirxandinan kirin.    Bûlût diyar kir ku dilê siyaseta Tirkiyeyê li Stenbolê lê dide û wiha got: "Hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê yên Stenbolê mînaka vê yekê ne. Ji bo vê yekê em weke partî polîtîkayên ku li Stenbolê tên meşandin li ber çavan digirin. Weke HDP em hem xebata tevlîhev hem jî xebata azadiya jinê dimeşînin. Lewre nîvê gelheya Stenbolê ji jinan pêk tê. Vî nîvê gelheyê mehkûmê malê hatiye kirin. Keda jinên ku di qada xebatê de jî nayê dîtin. Em ji bo guhertina vê yekê derketin rê. Em zanin ku heta têkoşîna jinê neyê bilindkirin tu têkoşîn encam nagire. Ji ber vê yekê em ê bi ser nûnertiya wekhev têkoşîna jinê ya di HDP'ê de bilind bikin."   'ÇARESERIYA PIRGIRÊKAN BI JINAN PÊKAN E'   Bûlût da zanîn ku yek ji rojeveke bingehîn ku li pêşiya wan e tayînkirina qeyûman e û ev tişt anî ziman: "Xebata yekemîn a qeyûman girtina saziyên jinan e. Dîsa qeyûm êrîşê pergala hevserokatiyê ku nûnertiya wekhev pêk aniye dikin. Lewre temûl nakin ku jin hebûna xwe bidomînin û li ser pêyê xwe bisekinin. Li Tirkiyeyê, rêya çareserkirina pirsgirêkan girêdayî pir deng derxistina jinan e. Pirsgirêk bi têkoşîna li her qada jiyanê tên çareserkirin."   'LI HER DERA QADÊ TUNDÎ HEYE'   Hevserok Erdal Avci jî diyar kir ku di nav jiyana rojane de hemû xebatên HDP'ê û pêkhateyên wê tên astengkirin, tundî endema û rêveberên partiya me tê kirin û wiha got: "Hemû beşên civakê para xwe ji van tundiyan digirin. Lê ev tundî bi kêr nayin, em li dijî van tundiyan li ser pêyan e û dê têkoşîna xwe hê zêdetir bilind bikin. Rojeva sereke êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bertekên li dijî vê êrîşê hem li Tirkiyeyê hem jî li Cîhanê zêde dibin. Di nav alîgirên AKP-MHP'ê de beşên ku li dijî vê êrîşê dertên hene. Li Tirkiyeyê girseye ku nikarê biçûk bê dîtin li dijî şer heye. Tundî li vê girseyê tê kirin. Me weke partî berdevkiya van beşan girtiye ser milê xwe. Em vê berdevkiya xwe berdewam jî bikin.