Malbatên li ber HDP'ê bi hev ketin: Akkoyûn a ku dest bi çalakiyê kiribû hat dûrxistin 2019-11-06 11:34:30   AMED - Malbatên ku bi angaşta zarokên wan bi darê zorê derxistin serê çiya, di konê ku ji bo wan li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatiye terxankirin de çalakiya xwe didomînin, bi hev ketin û li ser vê yekê Remziye Akkoyûn ku çalakî dabû destpêkirin ji aliyê polisan ve ji kon hat dûrxistin.    Malbatên ku bi angaşta zarokên wan bi darê zorê derxistin serê çiya, ji 3'ê Îlonê ve li ber avahiya HDP'ê ya Amedê di konê ku ji bo wan hatiye terxankirin de çalakiya xwe didomînin, nîqaşên ku bi hev re dikin, werdigerînin pevçûnê û bi hev dikevin. Remziye Akkoyûn ku ji windabûna 4 sal berê ya kurê xwe Azad Akkoyûn HDP'ê berpirsyar dibîne, duh bi malbatên din re niqaşek derxist û bi wan re şer kir. Li ser redkirina malbatên din Remziye Akkoyûn bi hevjînê xwe re duh ji aliyê polisan ve ji ber HDP'ê hat dûrxistin. Akkoyûn îro careke din hat binî kon, lê ser redkirina malbatan neçar ma ku ji binî kon veqete.    Hejmara malbatên ku çalakî li dar dixin her çiqas ji aliyê çapemeniya alîgirê hikûmetê ve wek 55 bê dayîn jî tê dîtin ku hejmara malbatên di binî kon de ji 14'yî derbas nakin