HDP'ê nûçeyên 'derabe girt' derewand: Xebatên me li kuçeyan didomin 2019-11-06 10:17:42   AMED - Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik diyar kir ku nûçeyên girtina avahiya HDP'ê nerast in û ev tişt got: "Demeke dirêj e avahiya me di dorpêçê de ye û xebatên me tên astengkirin. Li her dera ku em lê ne xebatên xwe didomînin."   Çalakiya hin malbatên ku angaşt dikin zarokên wan bi darê zarê derxistin serê çiya û malbatên leşker û polisên ku di destê HPG'ê de ne ya li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê, bi parêzvaniya polisan didome. Çapemeniya alîgirê hikûmetê ku ji ropja destpêka çalakiyê ve li ber Avahiya HDP'ê kon vedaye, angaşt kir ku HDP'ê derabeya xwe girtiye û bi awayekî fîîlî navber daye xebatên xwe yên li avahiyê. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik nûçeyên têkildarî mijarê derewand û diyar kir ku armanca nûçeyên bi rengî manîpulasyon e.    'XEBAT LI KUÇEYÊ DIDOMIN'   Ûyanık destnîşan kir ku derabeya partiya xwe danexistine, xebatên xwe li li navenda bajar û navçeyan bi çalakiyên cûda didomînin û wiha got: "Ji serdana esnafan bigire heta bernameyên bajar û navçeyan xebatên me didomin. Piştî girtina hevşaredarên Peyas û Karazê hemû koma me ya li Meclisê li vir bû. Ev nûçe propagandayên ji bo ku partiya me ji gel dûr bixin tên çêkirin. HDP'ê derabe negirtiye. Xebatên me li kuçe, tax, gundan didomin. Tenê me civînên xwe yên li nav partiyê li avahiya xwe kêm kir. Sedema vê yekê malbatên ku ji 3'ê Îlonê ve li ber avahiya me ne. Van malbatên ku angaşt dikin zarokên wan şandine serê çiya, hin caran bi devkî êrîşî kesên di wir re derbas dibin ango tên partiya me dikin. Piştre hin binçavkirin çêbûn û sûcdariyên cûda li van kesan hatin kirin."    'DANÎNA DIYALOGÊ HAT ASTENGKIRIN'   Ûyan ji bo bersivandina daxwazên malbatan îşaret pêkanîna aştiyê kir û ev tişt anî ziman: "Lê dewlet polîtîka xwe ya şer derbasî derveyî sînoran kir û berdewam dike. Ev jî pirsgirêkê ji çarseriyê dûr dixe. Me xwest bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û saziyên sivîl ên mîna wê re bi van malbatan re hevdîtin pêk bînin û ji bo pêkanîna daxwazên wan serî li rêya diyalogê da. Heke daxwazeke hebe divê ku mirov bi hev re diyalogê deyne. Me rojek berê ji rayedaran re ragihand ku em dixwazin bi malbatan re hevdîtin pêk bînin. Zivistan tê, hewa dicemidin. Di encamê de divê tiştek ji hev re bibêjin. Lê bi israr danîna vê diyalogê hat astengkirin."   'XEBATÊN ME YÊN SIYASÎ TÊN ASTENGKIRIN'   Ûyanik bi lêv kir ku bi berdewamkirina dorpêça li ber avahiya wan re xebatên wan ên siyasî tên astengkirin û wiha pêde çû: "Xebatên me bi avahiyê re ne bi sînor in. Em xebatên xwe li cihê ku lê ne didomînin. Ji rika tayînkirina qeyûman, meşandina polîtîkayên şer, polîtîkayên berûhevdana civakê, em têkoşîna xwe ya bi biratiyê ya ji bo serweriya demokrasî û aştiyê ya li welat bidomînin. Di hêla pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî gelek serlêdan ji bo partiya me hatine kirin lê dorpêça li ser me li pêşiya vê yekê dibe asteng. Lê li gel vê yekê jî em bi xebatên xwe yên li taxên, ji van pirsgirêkan çareserî dibînin."